KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Lenet li terora dewleta Tirk tê anîn
Li gelek bajarên Spanya û Elmanyayê bi hezaran kes daketin û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin. -
'Projeyên Rêber Apo rêya çareseriyê ya demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî diyar kir ku têkçûna DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê û têkçûna AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dişibin hev. -
Nisêbîniyan Sêvê, Fatma û Pakîze bi bîr anîn
Li Nisêbînê ku li dijî dorpêçê berxwedana gel didome, bi sedan kesî bi pêşendanek sînevîzyonê ve Sêvê, Fatma û Pakîze yên li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn. -
Kurdistaniyên li Zurîch dijîn berxwedana Bakurê Kurdistanê silavkirin
Kurdên li Ewropa dijîn li hember êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê di serferberiyê de ne. -
Nisêbînî ji bo Sûr, Silopiya û Cizîrê li ser piyan e
Nisêbîniyên li dijî êrîşan li ber xwe didin, êrîşên li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi meşekê protesto kirin û berxwedana gel silav kirin. -
Li Koln Kurdistanî bi dirûşmên ‘Qatîl Erdogan’ dest bi meşê kirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin portestokirin. -
Ji bo zarokê birîndar rakin nexweşxaneyê serî li DMME dan
Ji bo birina nexweşxaneyê ya Huseyîn Paksoy yê 16 salî ku li Cizîrê 2 roj berê ji ber gulebarana hêzên dewleta Tirk birîndar bibû û ji ber ji bo ketina ambûlansê ya taxê destûr nayê dayîn mudaxele nayê kirin, serî li DMME hat dayîn. -
Cenazeyê 2 kesên hatin qetilkirin hatin girtin, zarokê birîndar jî asê maye
Zarokê 16 salî yê duh şev li Cizîrê birîndarbûyî û destûr nedan ketina ambûlansê ya taxê, hê mudaxele nehatiye kirin, hat diyarkirin ku Huseyîn Paksoy û cenazeyên 2 kesên ku danê nîvro hatin qetilkirin rakirin nexweşxaneyê. -
Li Sûrê trafîka zêde ya ambûlansan
Hat diyarkirin ku di pevçûnan di roja 46. a terora dewleta Tirk a li ser Sûra Amedê de gelek leşker û tîmên taybet mirin, li navçeyê trafîka zêde ya ambûlansan didome. -
Li Bismilê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Bismilê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 3 kes hatin girtin.Li navçeya Bismilê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 3 kes hatin girtin. -
Hêzên xweparastinê hêzên taybet ên Tirk şkandin
Li Geverê hêzên taybet ên Tirk navenda sûkê xistin dorpêçê û bi çekên otomatîk êrîşî gel kirin. Tîmên taybet ên Tirk di encama berxwedana hêzên xweparastinê de hatin şkandin. -
Ogûz û Yildiz hatin oxirkirin: An serketin an jî mirin!
Cemal Ogûz û Mûrat Yildiz ên li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn. -
Elewî li Bernê ji bo Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne
Elewiyên li Bernê ji bo protestokirina pêkanînên qirker ên dewleta Tirk greva birçîbûnê didomînin. -
Jinên xebatkarên tenduristiyê meşiyan Sûrê
Komîteya Tendûristiyê ya KJA’ê û endamên Meclîa Jinan a SES’ê ya çalakiya “Nobeta Spî” ya bi dirûşma “Li dijî mirinê jiyan, sekna li dijî reşiyê spî” çalakî dewirgirtin. Polîsên Tirk meş asteng kirin û xebatkar tehdît kirin. -
Li Cizîrê 2 welatî hatin qetilkirin
Li Cizîrê 2 welatî hatin qetilkirin. Zarokekî birîndarbûyî jî hê li taxê tê rawestandin. -
Ji bo gerîlayên HPG’ê Orhan û Kûş li Elbakê mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayên HPG’ê M. Siddik Orhan (Çekdar) û Fazil Kûş (Celal) ên ji 12 gerîlayên HPG’ê ku li navçeya Artemêtan a Wanê di taliya hefteyê de ji aliyê hêzên dewletê hatibûn înfazkirin mewlûd hat dayîn. -
YPG’ê nasnameya 7 şervanê xwe yên şehîd ketin aşkera kir
YPG’ê nasnameya 7 şervanê di şerê li gundê Qereqozax û Başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Bomberdûman û tevgera hewayî didome
Bombardûmana artêşa Tirk a li ser herêmên gerîla û tevgera hewayî bê navber didomînin. -
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de piştgiriya akademîsyenan
Dayikên Şemiyê di hefteya 564'emîn de aqûbeta karkerê Şaredariya Beyogluyê Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hate windakirin pirsîn. -
HPG: Li Çinarê zêdeyî 30 polîs hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, ku li hemberî qetilkirina 12 gerîlayên li Wanê, li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. HPG'ê da xuyakirin, ku di vê çalakiyê de zêdeyî 30 polîs hatine kuştin. -
Gelê Silopiyayê: Me serî li hember dewletê netewand, em bi ser ketin
Gelê Silopiyayê ya ku li Silopiyayê ev 34 roj in li dijî terora dewleta Tirk li ber xwe dide wiha got: “Dibe dewletê bi darê zorê me ji malên me derxistibe, lê em ê ne dest ji tercîha xwe ya xwerêveberiyê ne jî ji jiyana komunal berdin.” -
'Tiştê herî zehmet, vegotina çîroka bavê min ê hatiye qetilkirin e'
Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windahiyan çalakî pêk anîn û li aqûbeta windahiyan pirsîn. -
YPG: 6 çete hatin kuştin
Di şerê li Heleb û Hesekê yê di navbera çeteyan û hêzên YPG'ê de 6 çete hatin kuştin. -
Kurd li bajarên Elmanya daketin kolanan: AKP’e wê hesap bide!
Li bajarên navendî yên Elmanyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina AKP'ê didomin. -
Bapîr: Başûrê Kurdistanê li ber îflasê ye!
Serokê Giştî yê Partiya Komala Îslam Bapîr hişyarî da û diyar kir ku krîzên li Başûrê Kurdistanê gihaştine asteke xeternak. Bapîr rexne li PDK û YNK'ê kir û ji wan xwest, ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin.