Nisêbînî ji bo Sûr, Silopiya û Cizîrê li ser piyan e
Nisêbîniyên li dijî êrîşan li ber xwe didin, êrîşên li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi meşekê protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.

Welatiyên li taxên berxwedêr ê li Nisêbînê ku bi mehan e li hember êrîşan li ber xwe didin, terora dewletê ya li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi meş û çalakiya dengderxistinê ve protesto kirin. Bi sedan welatiyên ji taxên berxwedanê herikîn kolanên Taxa Firatê meş lidarxistin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Botanê”, “Gelê Cizîrê Ne Bi Tenêye” û “Em ê bi Berxwedanê Serkevin” berz kirin. Jinan tilîlî kişandin, berxwedanên li Sûr, Silopiya û Cizîrê slav kirin.