Jinên xebatkarên tenduristiyê meşiyan Sûrê

Komîteya Tendûristiyê ya KJA’ê û endamên Meclîa Jinan a SES’ê ya çalakiya “Nobeta Spî” ya bi dirûşma “Li dijî mirinê jiyan, sekna li dijî reşiyê spî” çalakî dewirgirtin. Polîsên Tirk meş asteng kirin û xebatkar tehdît kirin.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin çalakiya “Nobeta Spî” ya bi dirûşma “Li dijî mirinê jiyan, sekna li dijî reşiyê spî”di roja 24’ê de didome. Çalakiya nobedê Komîteya Tendirûstiyê KJA û Meclîsa Jinan a SES’ê dewir girt. Xwedekarên tipê yên ji Wan, Edene û Enqere jî hatin piştgirî dan çalakiyê. 

Jinên xebatkarên tenduristiyê bi tilîlî û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “ Amed ne raze xwedî li Sûrê der bikeve” qîr kirin û ji bo bikevin Sûrê dest bi meşê kirin. Polîsan li Qada Şêx Seîd pêşiya çalakvanan girt. Polîsan tehdîtên “Eger carek din hûn çalakiyên bi vî awayî bidin destpêkirin, tiştên pêwîst em ê bikin” gef li çalakvanên jin kirin.

Li ser astengkirinê, çalakvan vegeriyan pêşiya avahiya şaredariyê, çalakiya nobedê berdewam kirin.

Piştî meşê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatin pêşiya avahiya şaredariyê û herêm dorpêç kirin.