BI DÎMEN

Kurd li bajarên Elmanya daketin kolanan: AKP’e wê hesap bide!

Li bajarên navendî yên Elmanyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina AKP'ê didomin.

Kurdên li Elmanya û dostên wan protestokirina êrîşên qirkirinên hêzên dewletê yên li ser Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan didomînin. Di çalakiyan de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

FRANKFURT

Kurdistaniyên li bajarê Frankfurt ê Elmanya û li derdora wê dijîn û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk daxuyaniya çapemeniyê ya bi Tirkî û Elmanî dan.

Di çalakiya duh a bi sedan kes tevlî bibûn de qetlîamên di pêvajoyên dawî li Kurdistanê û Tirkiyey û her wiha hedefgirtina rewşenbîran hat destnîşankirin, hat diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê li dijî her kesî şer îlan kiriye.
Di daxuyaniya li ser nav NAV-DEM’ê de hat gotin ku “Ti kes nikare bêdeng bimîne” û bang li raya giştî ya Elman hat kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin.

Di çalakiyê de li dijî faşîzma AKP’ê û DAIŞ’ê banga eniya hevpar hat kirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Dewlet”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Qatil Erdogan”, “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide”, “Tolhildan Tolhildan”, “NATO Fînanse Dike, Erdogan Lê Dide” hatin berzkirin.

STUTTGART

Endamên Ciwanên Azad li bajarê Stûtgart ê Elmanya hatin cem hev, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Ciwanên Kurd ên li Stasyona Esslîngenê kom bûn, li dijî tecrîda li ser Ocalan û qetlîamên li Kurdistanê dest bi meşê kirin.

Ciwanan banga xwedîderketin xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê kirin, wiha gotin: “Hêzên faşîst mêtinger wê yek bi yek Kurdistanê biterikînin.” Ciwanan got, “Avakirinên xweseriya demokratîk me gavek din nêzî Rêbertiya me kir” û diyar kirin ku wê bi çalakiyên xwe hêzê bidin pêvajoyê.

Meş bi dirûşm û sirûdên azadiyê ve bi dawî bû.

MUNCHEN

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan 2 roj berê li bajarê Munchen ê Elmanyayê destpê kiribûn wê îro bi dawî bibe.

Ji bo silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê û şermezarkirina qetlîamên AKP’ê, di çalakiya di pêşengiya Komuna Jinan a Sara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de li Rîndermarkt kon hat vekirin. Çalakvanan wêneyên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, YPG, YPJ’ê vekirin, di serî de Sûr, Cizîr, Silopiya wêneyên kolananên bajarên Kurd ên di encama terora dewletê de bûne xirbe û kesên jiyana xwe ji dest dane pêşkêş kirin. Têkîldarî mijarê belavokên Elmanî hatin belavkirin.
Greva birçîbûnê îro saet 17.00’an bi daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî ve wê li Rîndermarktê bê bidawîkirin.

...