Ji bo gerîlayên HPG’ê Orhan û Kûş li Elbakê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayên HPG’ê M. Siddik Orhan (Çekdar) û Fazil Kûş (Celal) ên ji 12 gerîlayên HPG’ê ku li navçeya Artemêtan a Wanê di taliya hefteyê de ji aliyê hêzên dewletê hatibûn înfazkirin mewlûd hat dayîn.

MEYA-DER a Wanê ji bo gerîlayên HPG’ê M. Siddik Orhan (Çekdar) û Fazil Kûş (Celal) li Elbakê mewlûd da. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmak, Hevşaredar Îhsan Guler, nûnerên MEYA-DER û KÛRDÎ-DER’ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û gelek kes tevlî mewlûda li Mala Sersaxiyê ya Feqiyê Teyran a li Taxa Tepebaşi û Mala Sersaxiyê ya li Taxa Yenî bûn.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN MEZIN BIKIN’

Li malên sersaxiyê yên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG’ê Kûş û Orhan hatibûn daliqandin, mewlûda Kurdî hat xwendin. Piştî mewlûdê ji bo ‘şehîdên demokrasiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Yeşîlirmak mafê axaftinê wergirt û wiha got: “Bila ti kes ji bîr neke, têkoşîna gelê Kurd beriya van 12 hevalana jî hebû, wê piştî van hevalên me jî bidome. Lê ji îro û pê ve wezîfeya li ser milên ew e ku divê em hevalên xwe ji bîr nekin û têkoşîna wan mezin bikin.”

Piştre li ser navê malbata Kûş, Halît Kara, li ser navê malbata Orhan jî Selamî Orhan mafê axaftinê wergirtin, soza mezinkirina têkoşîna yên jiyana xwe ji dest dane dan.

GELÊ BERXWEDÊR HAT SILAVKIRIN

Dayika Aştiyê Fahriye Kûş wiha axivî: “Em yên zarokên me qetil kirine nelet dikin. Serê me hemûyan sax be. Di serî de Sûr, Cizîr û Silopiya, em gelê xwe yê berxwedêr silav dikin.”

...