Elewî li Bernê ji bo Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne

Elewiyên li Bernê ji bo protestokirina pêkanînên qirker ên dewleta Tirk greva birçîbûnê didomînin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker ên li ser Bakurê Kurdistanê her diçe bertek mezintir dibin. Elewiyên li bajarê Bernê yê Swîsreyê, di pêşengiya Komaleya Çanda Elewiyan a Bernê bi armanca protestokirina zilma dewleta Tirk ji roja Pênçşema bihurî ve di greva birçîbûnê de ne.

Çalakvanan gotin, “Em îro bê deng bimînin, sibehê dibe dereng be” û banga piştevaniyê kirin.

‘DENG BIDIN!’

Çalakvanan wiha daxuyanî dan: “Beriyê zêdetir agir bikeve ser dilên me, beriyê zêdetir bombe bikevin ser malên me, beriya em zêdetir li nava kolanan bên qetilkirin, deng bidin dengên me. Her kesên li Ewropa dijîn, ji bo rojekê jî be, divê xwe bixin şûna mirovên li Kurdistanê bi qetlîamê re rû bi rû ne.”

Çalakvanên gotin, “Em di greva birçîbûnê de ne, ji ber ku bêdengmayîn li wijdanê me dide” wê sibehê çalakiya xwe bi dawî bikin.