YPG’ê nasnameya 7 şervanê xwe yên şehîd ketin aşkera kir

YPG’ê nasnameya 7 şervanê di şerê li gundê Qereqozax û Başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemenî ya YPG’ê di daxuyaniyek ya nivîskî dayî de, nasnameya 7 şervanên di berxwedana gundê Qereqozax û Başûrê Kobanê ya li himber çeteyên DAÎŞ’ê de jiyan xwe ji dest dan aşkera kir.

Daxuyaniya fermi ya YPG’ê wiha got:

“Her roj û her seat berxwedaniye Yekîneyên me mezin dibe û hemû bi saya xwîna zelal a Hêzên meye û gelê meyê  Rojava karîbû bi saya wan lehngan bigêje aramiyê, û ev berxwedanî hişt ku bibe heleqeke sereke ya berxwedaniyê ji bo mirovahiyê di nav refên Hêzên Suriyeya Demoqratîk (HSD) de, di vê berxwedaniya bê hempa li başûrê kantona Kobanê û gundê Qerqozax de 7lehengên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin gihştin asta Şehadetê. Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopdariya rêye Şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.

Nasnameya hersê têkoşeran wiha ye:

Nasnav: Erdal Zagros
Nav û Paşnav: Botan Bozan
Navê Dayîkê: Sedîqa
Navê Bav: Mislim
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Gundê Eîn Bet
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8-1-2016

Nasnav: Kendal Pirsûs
Nav û Paşnav: Elî Sîlmez
Navê Dayîkê: Ayîşe
Navê Bav: Mehmûd
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Sirûc
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8-1-2016

Nasnav: Şervan Şiyar Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Gaban
Navê Dayîkê: Ezîze
Navê Bav: Ihsan
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Amed- Farqîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8-1-2016

Nasnav: Kendal Derxost
Nav û Paşnav: Cahîd Minteşe
Navê Dayîkê: Hekîme
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Jidayîbûnê: Lîca – Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8-1-2016

Nasnav: Kanîwar Macir
Nav û Paşnav: Kanîwar Salih
Navê Dayîkê: Remzîye
Navê Bav: Mustefa
Cih û Dîroka Jidayîbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn- 8-1-2016

Nasnav: Şilan Dîndar Welat
Nav û Paşnav: Zehra Şêx Muhemed
Navê Dayîkê: Cemîla
Navê Bav: Şêx Muhemed
Cih û Dîroka Jidayîbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Qerqozax- 06-01-2016

Nasnav: Perwîn Kurdistan
Nav û Paşnav: Hanim Xilo Biriç
Navê Dayîkê: Nezşfe
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dîroka Jidayîbûnê: Reqe
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Qerqozax- 06-01-201″