Gelê Silopiyayê: Me serî li hember dewletê netewand, em bi ser ketin

Gelê Silopiyayê ya ku li Silopiyayê ev 34 roj in li dijî terora dewleta Tirk li ber xwe dide wiha got: “Dibe dewletê bi darê zorê me ji malên me derxistibe, lê em ê ne dest ji tercîha xwe ya xwerêveberiyê ne jî ji jiyana komunal berdin.”

Bi hezaran kesên ku piştî taxên wan ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin dagirkirin û ji malê wan bi zorê hatin derxistin, derbasî taxên dagirkerî li gor henekî din kêmtir û avakirina xwerêveberî û jiyana komunal li vir didomînin. Êrîşên hêzên dewletê yên 34 rojan li ser Silopiyayê bi leşker, polîs, tank, top û her cure çekên bi teknolojiya pêş ên dikarin pê welatekî dagir bikin ve pêk dihatin, li hember îradeya xwerêveberiya gel parçe parçe bû. Ji Silopiyayê Emîne Ûçkan, Ahmet Aşkan û Celal Îşîl ên dewletê bi tehdîda “em ê kîmyasalê bavêjin” û bi topbarana tankan bi zorê ji taxên xwe hatin derxistin, diyar kirin kul i Taxên Yenîşehîr, Ofîs û Dîcle tercîha jiyana komunal û xwerêveberiyê bi israr dewam dikin, gotin dibe dewletê bi darê zorê wan ji malên wan derxistibe, lê wê ne dest ji tercîha xwe ya xwerêveberiyê ne jî ji jiyana komunal berdin.

Emîne Ûçkan a li Taxa Dîcle rûdinişt û bi anonsa hêzên dewletê ya “em ê gazan bavêjin” û ji ber mala wê di encama topbarana tankan xisar dît, ji bo parastina zarokên xwe neçar ma ji taxê derkeve, ragihand ku tevî êrîşan jî dewletê îradeya wan neşikandiye, lewre yekser wan kiriye hedef û zor daye wan ku malên xwe biterikînin, wiha dewam kir: “Em bi rojan ji malên xwe derneketin, tevî hemû êrîşên dewletê jî me dest ji tercîha xwe ya xwerêveberiyê bernedaye. Dema dewletê dît em ê dest jê bernedin, di demên dawî de êdî malên me yekser kirin hedef. Malên li Taxa Dîcle bi tankan bomberdûman kirin, piştre anonsa, “em ê kîmyasalê bikar bînin” kirin, min zarokên xwe fikirî û ez jî taxê veqetiyam.” Ûçkan bi bîr xist ku dibe dewletê bi zorê wan ji taxên wan derxistibin, lê wê nikaribe wan ji tercîha xwerêveberiyê dûr bixe, wiha domand: “Dewlet dibe bi girtina xendekan ve difikire be ku bi ser ketiye, lê me dest jê bernadeya. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em ê dest jê bernedin.”
Ûçkan got wê vegerin taxên xwe, malên xwe û xwerêveberiyê ji nû ve ava bikin, destnîşan kir ku xwerêveberî ne mijara xendekan e, gelê Silopiyayê êdî dixwaze azad bijî. Ûçkan di dirêjiya axaftina xwe de got, gelek êş kişandine, lê dîsa jî dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedane.

Ahmet Aşkan ji mala xwe ya li Taxa Nûh hatiye Taxa Ofîsê diyar kir ku xwerêveberî ji bo wan ne xendek û barîkat in, got wê li Taxa Ofîsê jiyana xwerêveberî û komunal bidomînin û pergala dewletê nas nekin. Aşkan diyar kir ku dewlet bi tank, top û bomberdûmanan herî zêde dikarin xendekan bigire, destnîşan kir ku pergala wan a di mejiyê gel de rewabûna xwe winda kiriye nikarin bi tank û topan bidin qebûlkirin.

Celal Îşîl bavê 5 zarokan ragihand ku ji mala wan a li Taxa Başakê bi zorê hatine derxistin ji ber vê bi neçarî hatine Taxa Yenîşehîr, parve kir ku tiştê ji bo wan esas dest ji tercîhên xwe bernedan e, wiha peyam da: “Xendek, barîkat amûrên xweparastinê yên pergala me ne. Pêwîst be xweparastin bi amûrên din jî dikarin bên domandin. Gerek bibe xendek ji nû ve dikarin bê kolan, barîkat bên danîn. Vê dewletê winda kiriye.”

Îşîl bi bîr xist ku helwesta ji bo dewletê herî baş ew e ku tank, top, leşker û polîsên xwe ji Kurdistanê kişandine, wiha pê de çû: “Bila çî wan hebe kom bikin biçin, me tercîha xwe daniye holê. Ji wesayîtên zirxî nikarin peya bibin, dewletek ji wesayîtên zirxî nikare serê xwe derxe derve behsa serketina çi dike, behsa rewatiya çi dike. Dewlet li Silopiyayê têk çûye.” Îşîl herî dawî îfade kir ku wê xwerêveberiyan bi hev re ji nû ve ava bikin.