Di çalakiya Dayikên Şemiyê de piştgiriya akademîsyenan

Dayikên Şemiyê di hefteya 564'emîn de aqûbeta karkerê Şaredariya Beyogluyê Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hate windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 564'emîn de aqûbeta karkerê Şaredariya Beyogluyê Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hate windakirin pirsîn. Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz li hemberî hedefnîşandana aştîxwazan nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Edalet ji bo me hemûyan pêwîst e. Tehma cuda ya êşê tuneye, birînên me hemûyan eynî ye, werin em bi hevre van birînên xwe bipêçin."

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin cara 564'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û vê hefteyê aqûbeta karkerê Şaredariya Beyogluyê Îsmaîl Şahîn ê di 18'ê çileya 1996'an de hate windakirin hate pirsîn. Ewil dayika Murat Yildiz ê di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz axivî û Dayika Şemiyê Kîraz Şahîn a par jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û nirxandina "Em li cihê ku we hişt in û em ê lêgerîna xwe bidomînin" kir.

'TEHMA CUDA YA ÊŞÊ TUNEYE'

Yildiz a ku gotina "Wan welat firotin, em li hemberî vê derketin, wan edalet tune hesibandin em li hember derketin ji ber vê yekê heke em dibin terorîst belê em hemû terorîst in" bi kar anî li hemberî hedefnîşandana akademîsyenên aştîxwaz nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Edalet ji bo me hemûyan pêwîst e. Tehma cuda ya êşê tuneye, birînên me hemûyan eynî ye, werin em bi hevre van birînên xwe bipêçin."

'EM WEKÎ XIZMÊN WINDAYAN MIROVÊN KU QET BIRÎNÊN WAN NEHATİN PÊŞANDIN IN'

Îkbal Eren a xwîşka Hayrettîn Eren ê di 1980'an de hate windakirin jî wiha got: "Em wekî xizmên windayan mirovên ku qet birînên wan nehatine pêçandin in. Eren, Kîraz Şahîn jî bi bîr anî û wiha got: "Kîrazê di jiyana xwe de her tim aqûbeta hevserê xwe pirsî, qet dev jê berneda. Em ê jî weke soza da wê têkoşîna wê li vir bidomînin."

'EM Ê LI HEMBERÎ ŞER BÊDENG NEMÎNIN'

Birayê Hasan Ocak ê di bin çavan de hate windakirin, Alî Ocak jî ev tişt anî ziman: "Dewlet bi windakirinan namîne. Li diji kesên ku edalet û aştiyê dixwazin kampanyaya lîncê didomîne." Ocak got ku ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. 

'ERDOGAN MAFÊN MIROVAN BIN PÊ KIR'

Piştî axaftinan çîroka windakirina karkerê Şaredariya Beyogluyê Îsmaîl Şahîn ê di 18'ê çileya 1996'an de hate windakirin parvekirin û aqûbeta wî hate pirsîn. Daxuyaniya hevpar jî Dîlcan Acer xwend. Acer bilêv kir ku li Tirkiyeyê îxtidar û Serokomar Tayyîp Erdogan, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bin pê dikin û nirxandina "Rexnekirina polîtîkayên îxtidarê yên li dijî aştî û maf suc tê hesibandin, yên ku cuda difikirin dijmin tên nîşandan" kir. 

Acer anî ziman ku her guleyê tên avêtin, her bombeyên ku diteqin, her mirovên ku dimirin civakê ji aştiyê dur dixe û wiha got: "Divê bê lê çek bên bêdengkirin, mafê jiyanê yê hemû kesan bê misogerkirin."

Acer destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Kîraz Şahîn a ku aqûbeta hevserê xwe dipirsî û jiyana xwe ji dest da, xurtir bikin. Acer got ku Îsmaîl Şahîn ê bavê 2 zarokan bû li Şaredariya Beyoglu dixebitî û dema li cadeya Îstîklalê paqijî dikir bi geziya xwe re ji holê winda bû. Acer da zanîn ku malbatê serî li şaredariyê da, Şahîn di saetên xebatê de winda bû û ji ber vê yekê jî Şaredariya Beyogluyê berpirsyar e, ligel serlêdanên malbatê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê wê demê Tayyîp Erdogan bi malbatê re hevdîtin pêk neaniye. 

Piştî daxuyaniya hefteyê çalakî bi dawî bû.