Bapîr: Başûrê Kurdistanê li ber îflasê ye!

Serokê Giştî yê Partiya Komala Îslam Bapîr hişyarî da û diyar kir ku krîzên li Başûrê Kurdistanê gihaştine asteke xeternak. Bapîr rexne li PDK û YNK'ê kir û ji wan xwest, ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin.

Elî Bapîr der barê krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê de got, "Hikûmet û partiyên xwedî hêz dibin mîlyardar, lê gel birçî ye. Aborî li ber îflasê ye."

Serokê Giştî yê Partiya Komala Îslam Elî Bapîr di kongreya ciwanan a partiya xwe de axivî û bal kişand ser krîzên li Başûrê Kurdistanê. Bapîr diyar kir ku hewl tê dayîn feraseta 'rêveberiya nîvî nîvî' li Başûrê Kurdistanê were vegerandin û got, "Ji ber ku YNK û PDK'ê herêma Kurdistanê di nava xwe de parve kirine, pirsgirêk gihaştiye vê astê. Hewldana çareseriyek bi vê rêbazê gelekî xetere ye û wê pirsgirêkan kûrtir bike."

'DEWLEMEND BÊHTIR DEWLEMEND E, XIZAN BÊHTIR XIZAN BÛYE'

Bakîr da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê dewlemend roj bi roj dewlemendtir dibe, xizan jî roj bi roj xizantir dibe. Bapîr destnîşan kir, ku destûr ji gel re nayê dayîn ku li hemberî vê neheqiyê daxwaza mafên xwe bike û ev nirxandin kir:

"Herêma Başûrê Kurdistanê di bin desthilatdariya YNK û PDK'ê de hatiye ber îflasê. Gel dixwaze vê rewşê protesto bike, lê destûr ji protestoyan re jî nayê dayîn. Gel xizan e, lê rêveberên partiyên ku xwe weke xwediyê Kurdistanê îlan dikin, mîlyardar in. Ez ji wan partiyên desthilatdarî di destê wan de ne re dibêjim; Hûn nikarin bi zextê re hîn bêhtir gel bêdeng bikin. Roj bi roj gel bêhtir li vê sîstemê, li vê krîzê hêrs dibe. Di rewşeke gengaz de dibe ku encamên pêşî lê neyên girtin, rû bidin. Divê hûn pirsgirêkên gel tavilê çareser bikin."

'PDK Û YNK BERPIRSYAR IN'

Bapîr diyar kri ku ji hemû pirsgirêkên li herêma Kurdistanê rû didin PDK û YNK berpirsyar in û got, "Zilmê li gel dikin. Dema tengav dibin radibin dibêjin, 'ji van pirsgirêkan hemû partiyên siyasî berpirsyar in'. Partiyên din, ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêkan nikarin zêde bandorê bikin, ji wî alî ve berpirsyar in. Yê ji pirsgirêkan, ew hêzên ku rêveberiya herêmê nîvî nîvî di nava xwe de parve kirine, berpirsyar in."

'DIVÊ BARZANÎ Û PDK GAVÊ BIAVÊJIN'

Serokê Giştî yê Partiya Komala Îslamî Elî Bapîr bang li partiyên xwedî hêza leşkerî ne kir, ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin û got, "Partiyên xwedî hêza leşkerî ne, neçar in li pêşberî hilbijartin û vîna gel bi rêzdarî tevbigerin. Ji bo çareseriya krîzê, di destpêkê de divê PDK û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî gava destpêkê biavêjin."