Kurdistaniyên li Zurîch dijîn berxwedana Bakurê Kurdistanê silavkirin
Kurdên li Ewropa dijîn li hember êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê di serferberiyê de ne.

Di pêşengtiya Ciwanên Azad de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk meşek hat organîzekirin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn, bi dirûşmeyên “Bijî HPG, Em Bi Te Re Ne PKK” qîr kirin. Di heman demê de berxwedana YDG-H û YPS’ê silav kirin.
Di meşa ku Ciwanên Azad pêşengtî kirin de, şoreşa Kurdistanê hat silavkirin, Nav-Dem jî di nav de Platforma Yekîtiya Hêzên Demokratîk piştgirî dan çalakiyê. Ciwanan şoreşa Bakurê Kurdistanê silav kirin û bertekên tund nîşanî qetlîamên dewleta Tirk dan. Di meşê de ji bo agahdarkirina gelê Swîsreyê têkildarî êrîşên terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û polîtîkayên qirêj ên rejîma AKP’ê belavok hatin belavkirin.
Meş bi daxuyaniyên li Helvetîaplatz bi dawî bû.