'Projeyên Rêber Apo rêya çareseriyê ya demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî diyar kir ku têkçûna DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê û têkçûna AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dişibin hev.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî diyar kir ku têkçûna DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê û têkçûna AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dişibin hev.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî diyar kir ku têkçûna DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê û têkçûna AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dişibin hev.
Sofî di axaftina xwe ya ji bo ANF'e de ragihand, ku her çend li gorî hin derdoran Bihara Rojhilata Navîn e jî, ya li herêmê diqewime 3. Şerê Cîhanê ye û ev yek didome.
Sofî bal kişand ser hevkariya rêveberiya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re û diyar kir ku Erdogan ehr çend desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê ya li ser bingeha dijminatiya li Kurdan înkar bike jî, ji bûyera TIR'ên MÎT'ê heta derbasbûna tankerên petrolê yên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê, ji teqînên Amed, Pirsûs û Enqereyê heta bi şandina leşkeran ji bo Başikayê re dayîna dopîngê ji DAIŞ'ê re, ev destek ji aliyê cîhanê ve tê zanîn.
Sofî da zanîn ku têkçûna DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê û têkçûna AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dişibin hev û got, "Ji bo bûyerên îro diqewimin baş werin fêmkirin, pêwîste ev her du têkçûn rast were nirxandin. Di rewşeke berevajî de komkujiyên Enqere-Pirsûs-Amedê nikarin bên fêmmkirin. Darbeya ku çeteya AKP'ê ji ber xwe li hilbijartinên 7'ê Hezîranê ranegirt pêk anî û weşheta îro ya li Bakurê Kurdistanê tê kirin, nikare were fêmkirin."
Sofî da xuyakirin ku îro li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye û ev xal destnîşan kir: "Li pêş çavên tevahiya cîhanê, bi tank û topan li bajaran, xaniyan dixin û komkujiyan dikin. Bêdengiyeke din a dişibe ya cîhanê, li Tirkiyeyê jî heye. Yên ji xwe re dibêjin; demokrat im, rewşenbîr im, wêjevan im, yên diaxivin, wê li pêşberî dîrokê di binê vî gunehî de bimînin."
Sofî anî ziman ku hem ji aliyê mercên hundir hem jî yên derve ve, şensê serketina xeta Erdogan nîne û got, "Xeta Erdogan mehkûm e têk biçe, birize. Xuya ye dewleta kûr û yên ev krediya nû dane Erdogan haya xwe ji vê hene û dizanin ku ev kredî wê di demeke kurt de biqde. Ji ber vê yekê, ji bo encamê werbigire bi hemû hêza seferber bûne. Lê tirs bi kêrî ecelê nîne. Di tevahiya dîrokê de, kêliyên asta herî bilind a zilmê di heman demê de mercên azadiyê afirandine."
BIHARA KURDAN
Sofî da zanîn ku ji aliyê tevgera Kurd ve rewş gelekî cuda ye û destnîşan kir, ku li holê Bihara Kurdan heye. Sofî axaftina xwe wiha dewam kir: "Ti carî ji bo Kurdan şert û mercên objektîf û sûbjektîf, hem li derve hem jî li hundir deriyên ewçend firsendê venekiribûn. Bi kurtasî deriyên firsendê heta dawiyê li Kurdan vekirîne. Peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê û sîstema xwe dispêre van peymanan sed salên xwe tijî kirin û bi lez têk diçin.
Nexşeyeke siyasî ya nû tê xêzkirin û nabe ku di vê nexşeyê de Kurd neyên dîtin. Zîhniyeta qetlîamker a faşîst, statukoparêz û xwe dispêre netewe dewletê, her çend hewl dide vê statuya xwe biparêze jî neçar e têk biçe. Mîna hilweşîna Împaratoriya Osmanî ya di sedsala 20'an de, ew ê jî têk biçe."
SERKETIN WÊ YA CIZÎR, SÛR Û NISÊBÎNÊ BE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî diyar ku divê projeya xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, li hemberî abjaran bikeve meriyetê û di vê der barê de wiha axivî:
"Xwedîderketina li xwerêveberiyê tê wateya xwedîderketina li li Kurdîtiyê, li însanetiyê. Ji bo azadiyê, ji vê hêjatir firsendek nîne. Pêwîste berxwedana li Sûr, li Cizîrê li hemû bajaran belav bibe. Mîna li Kobanê serketin wê ya Cizîr, Sûr û Nisêbînê be. Dijmin çiqasî êrîş dike bila bike, ji xwe artêş bi hemû hêza xwe di dewrê de ye û li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye, dîsa jî wê nikaribin pêşî li vê herikîna serketinê bigirin. Em vê bi nirxandina siberojê re nabêjin, bi nirxandina demên bihurî re dibînin.
Erdogan li ber Saddam û Hîtler ne tiştek e. Şert û mercên îro çiqasî zehmet jî bin, çawa ku Saddam û Hîtler ji holê rabûn û têk çûn, ev aqûbet ji bo Erdogan jî derbas dibe."
YEKANE GARANTIYA MAYÎNA LI SER PIYAN, YPS YE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûrettîn Sofî girîtiya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi vî rengî nirxand:
"Dema li gorî mercên Bakur were nirxandin, YPG û YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê bi derfetên gelekî kêm serketinên mezin bi dest xist. YPS hem ji aliyê potansiyel, hem jî ji aliyê derfetan ve qat bi qat dikare asteke ji ya YPG'ê bilindtir bi dest bixe. Her jin û mêrên dikarin rahêjin çekê, girîng e cihê xwe di nava refên YPS û YPS Jin de cih bigirin. Ji ber ku YPS û YPS Jin li dijî van pêkanînên faşîst ên li Kurdistanê, yekane garantiya li ser piyan mayîn e."
Sofî ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn bal kişand ser projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Siberoj nîşan dide ku wê polîtîkayên neteweperestî, olî û neteweperestiya mezhebî mehkûm bibin û projeyên azadîparêziya demokratîk û jiyana bi hev re ya gelan, wê bikevin meriyetê. Lewma Projeyên Rêber Apo ji bo derketina ji kaosê û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn yekane rêya çareserî û rizgariyê ne."