Li Cizîrê 2 welatî hatin qetilkirin

Li Cizîrê 2 welatî hatin qetilkirin. Zarokekî birîndarbûyî jî hê li taxê tê rawestandin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku terora dewletê di roja 34. de didome, êrîş zêde bûn. Taxên Nûr, Cûdî û Sûr ên ji tankên li tepeyên serwer hatine bicihkirin tên bomberdûmankirin, ji vê sibehê ve ji gundên derdor bi hewanan hat bomberdûmankirin.

Di encama bomberdûmana tank û hewanan, her wiha gulebarana ji wesayîtên zirxî hat diyarkirin ku 2 welatiyên din hatine qetilkirin.

Hewan li malan ketin bi dengekî mezin teqiyan û gelek mal bêkêr kirin.

Zarokê 16 salî yê hat diyarkirin ku duh êvarî ji aliyê hêzên dewletê bi gulebaranê hatiye birîndarkirin jî  ji ber bomberdûman û gulebaranê ji taxê nikare bê derxistin.