Li Sûrê trafîka zêde ya ambûlansan
Hat diyarkirin ku di pevçûnan di roja 46. a terora dewleta Tirk a li ser Sûra Amedê de gelek leşker û tîmên taybet mirin, li navçeyê trafîka zêde ya ambûlansan didome.
Hat diyarkirin ku di pevçûnan di roja 46. a terora dewleta Tirk a li ser Sûra Amedê de gelek leşker û tîmên taybet mirin, li navçeyê trafîka zêde ya ambûlansan didome.
Li navçeya Sûr a Amedê ku ev 46 roj in di bin dorpêçê de ye, şerê duh destpêkir bi awayekî dijwar didome. Pevçûn li derdora Mizgefta Kûrşûnlû, Dibistana Suleyman Nazîf, taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Fatîhpaşa û Savaşê zêde bûne, li ser van cihên behsa wê hat kirin tevahî rojê ji tankan top hatin barandin û tîmên taybet bi bombeavêjan êrîş kirin. Polîsên hewl didin bikevin taxan bi kepçeyên zirxî malan xera dikin, hat diyarkirin ku di encama êrîşan de gelek mal hatine şewitandin û gelek jî hatine hilweşandin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî; leşker û tîmên taybet ên Tirk hewl dan bikevin Taxa Hasirli ya li derdora Dibistana Suleyman Nazîf, li taxê rastî berxwedana hêzên xweparastinê YPS’ê hatin. Di encama teqîna li qadê de gelek leşker û polîs mirin, gelek birîndar bûn û ji hin polîsên mirine jî cenazeyên wan hê li erdê ne.
Her wiha hat ragihandin ku sekvanên YPS’ê li dijî leşker û polîsên xwe li Dibistana Mardînkapi bicihkirine çalakî pêk anîn, di vê çalakiyê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Di pevçûna di navbera tîmên taybet ên Tirk ên hewl dan bikevin Taxa Fatîhpaşa ya li derdora Mizgefta Kûrşûnlû û hêzên YPS’ê de leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane.
Leşker û tîmên taybet ên hewl didin ji çar aliyan bikevin taxan, rastî berxwedana hêzên YPS’ê tên, ji navçeyê dengê teqînên dijwar bilind dibin. Dengê teqînan ji her aliyê bajar tê bîhistin, hate dîtin ku tevgerek zêde ya ambûlansan ber bi navçeyê heye.