Li Bismilê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Bismilê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 3 kes hatin girtin.Li navçeya Bismilê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Bismilê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 3 kes hatin girtin.

 

Duh tîmên taybet li riya Bismil û Farqînê wesayîtek dabûn rawestandin û di wesayîtê de welatiyên bi navê Vedat Orhan, Yusuf Ozturk û zarokê 16 salî yê bi navê H.Î. binçav kirin. Piştre xwediyê wesayîtê Engîn Gokmen jî hate binçavkirin û anîn Midûriyeta Polîsan a Bismilê.

 

4 kesên ku îfadiyên wan hatin girtin îro derxistin dozgeriyê. Vedat Orhan ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Dadgeha Cezaya Sulhê der barê zarokê bi navê H.Î., Yusuf Ozturk û Engîn Gokhan de bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da.