Li Koln Kurdistanî bi dirûşmên ‘Qatîl Erdogan’ dest bi meşê kirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin portestokirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin portestokirin.
Li ser banga Navenda Civaka kurd a Elmanya (NAV-DEM), Meclîsa Demokratîk û Aştiyê ya Ewropa (ABDEM) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) bi hezaran kes li Kolnê kom bûn. Meşa di pêşengtiya Ciwanên Azad de hat lidarxistin bi sedan kesên ji Bonn, Aachen, Duren û Leverkûsen jî beşdarî çalakiyê bûn. AGÎF, ADHK, Partiyên MLPD a Elmanya û Cihanê Bêjiyîn jî piştgirî da meşê.
Kurdistanî û dostên wan saet 15:00’an de li Qada Ebertplatz kom bûn, ber bi Qada Neûmarkt a ku mîtîng lê were lidarxistin ve ketin meşê. Li pêşiya meşê wêneyên Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endam Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û wêneyên 12 gerîlayên HPG’ê yê li navçeya Ertemêtan a Wanê hatin qetilkirin hilgirtin. Di meşê li ser rêya herî bi qelebalix a Kolnê derbas bû, dirûşmeyên bi Elmanî yên girêdayî Erdogan û AKP’ê qîr kirin. Di tevahiya meşê de belavokên bi Elmanî hatin xwendin û sersaxî ji bo 10 welatiyên li Sûltanahmet jiyana xwe ji dest dan hatin xwestin.
Li aliyê din ciwanên girêdayî Ciwanên Azad beşdar bûn û kortejên xwe ava kirin. Ciwanan bi dirûşmeyên girêdayî YDG-H bal kişandin. Ciwanan di tevahiya meşê de sirûd, helbestên şoreşgerî û dirûşmên “PKK Gele, Gel Li Vir e”, “PKK” û “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin.
Piştî meşa di baran û berfê de nêzî du saetan berdewam kir, girse gihişt Qada Neûmarkt a ku mîtîng lê were lidarxistin, piştî rêzgirtinê mîtîng bi axaftina bi dawî bû.