Ogûz û Yildiz hatin oxirkirin: An serketin an jî mirin!
Cemal Ogûz û Mûrat Yildiz ên li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.
Cemal Ogûz û Mûrat Yildiz ên li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.
Cenazeyên Cemal Ogûz û Mûrat Yildiz yên ji 5 kesên ku di êrîşên tîmên taybet ên Tirk ên li ser Taxa Ûlûs a Sêrtê de hatin qetilkirin, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ji aliyê malbatan hatin wergirtin. Cenaze li Goristana Zeviye bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji ber dorpêça polîsan û her wiha barîqata polîsan a li Rawestgeha Tillo, tevlîbûna hin welatiyan a merasîmê hat astengkirin. Tevî astengiyên polîsan jî bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn, cenazeyên Oguz û Yildiz bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin.
Piştî cenaze di nav rondikên malbatan û tilîliyan de spartin axê bi sirûda çerxa şoreşê ve rêz hat girtin.
Piştî definkirina cenazeyan, bavê Cemal Oğuz Mehmet Alî Oguz axivî û diyar kir ku ji ber Serokomar Erdogan soza çareseriyê bicih neanî îro zarokên xwe didin axê. Bav Oguz got ku kurê wî şehidê Kurdistanê ye û ji gelê Kurd re sersaxiyê xwest.
'AN EM Ê BIMIRIN AN JÎ EM Ê BISERKEVIN'
Bavê Murat Yildiz, Arîf Yildiz bi destên xwe kurê xwe spart axê û ji ber êşa xwe nikaribû baxive. Meta Murat Yildiz Nezahat Çelepkolu jî bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê da û got "Em ê dakevin kolanan. An em ê bimirin an jî em ê biserkevin."
Piştî axaftinan merasîma cenazeyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Ji 5 welatiyên ku hatî qetikirin, cenazên 2 welatiyên ku nehatine teşhîskirin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tê rawestandin.