YPG: 6 çete hatin kuştin

Di şerê li Heleb û Hesekê yê di navbera çeteyan û hêzên YPG'ê de 6 çete hatin kuştin.

Navenad Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şeva 15'ê Çileyê de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan li rojavayê Hesekê êrîşekê bikin û got, "Hewldana êrîşa xwekujî ya li nêzî xaçerêya Sediq, ji aliyê hêzên me ve hat şikandin. 2 endamên çete yên hewl dan êrîşê pêk bînin, ji aliyê hêzên me ve hatine kuştin."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Di şeva 15'ê Çileyê de çeteyên El Nûsra bi topên hawanê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.

Li hemberî herêmên Seken Şikeyf û Cendol ên êrîş jê dihatin kirin, hêzên me danê vê sibehê operasyonek pêk anîn. Di encama operasyonê de 4 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn."