Lenet li terora dewleta Tirk tê anîn
Li gelek bajarên Spanya û Elmanyayê bi hezaran kes daketin û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin.
Li gelek bajarên Spanya û Elmanyayê bi hezaran kes daketin û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin.
Li gelek bajarên Spanya û Elmanyayê bi hezaran kes daketin û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin. Di çalakiyan de her wiha ji hikûmetên Yekîtiya Ewropayê hat xwestin, ku tavilê alîkariyên xwe yên ji bo Tirkiyeyê bisekinînin.
KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê Kurdistanî li taxa Gaardenê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di çalakiya ku MLKP jî lê amade bû de, hat ragihandin ku divê desteka ji bo xwerêveberiyan were zêdekirin û li dijî komkujiyan helwestek xurttir bê nîşandan.
FREÎBÛRG: Cihekî din ê çalakiyan, bajarê Elmanya Freîbûrg bû. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Şaredairyê li hev civiyan. Girseya gel li vê derê xeleka ji mirovan çêkir û bi tevlîbûna mirovên li derdorê re e vê xelekê xwe gihand heta navenda bajêr. Di çalakiyê de berxwedana gelê Kurdistanê hat destekkirin.
BREMEN: Li hemberî bazirganiya çekan a di navbera hikûmeta AKP'ê û Elmanyayê de, li bajarê Bremenê bi meşekê hat şermezarkirin. Meşê li Sîegen Markplatzê destpê kir û li ser qewimînên li Kurdistanê belavok li mirovên li derdorê hatin belavkirin. Di çalakiyê de bêdengiya welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku divê ji aliyê siyasî û aborî ve zext li Tirkiyeyê were kirin.
MADRÎD: Li Spanyayê jî nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên li Kurdistanê daketin kolanan. Bi pêşengiya Komeleya Piştgiriya bi Gelê Kurd ê Rojava re, bi sedan kes li meydana Atocha li hev civiyan û heta ber Wezareta Karên Derve ya Spanyayê ya li Plaza Mallorê meşiyan. Li vê derê, der barê bûyerên li Kurdistanê de daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber 'şantaja penaberan a Tirkiyeyê' Ewropa li pêşberî komkujiyên li Tirkiyeyê diqewimin bêdeng e û hat destnîşankirin, ku divê her kes li dijî wehşeta li Kurdistanê, dengê xwe bilind bikin.