'Tiştê herî zehmet, vegotina çîroka bavê min ê hatiye qetilkirin e'

Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windahiyan çalakî pêk anîn û li aqûbeta windahiyan pirsîn.

Xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê jî hesabê mirovên di binê çavan de hatine windakirin, pirsîn. Di çalakiyan de êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê tên kirin, hatin şermezarkirin. Li ser navê malbata Canan Abdullah Canan çîrova bavê xwe Tayyîp Canan vegot.

AMED

ÎHD û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 362. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ên ku di 1994'an de li navçeya Çelê ya Colemêngê di serdegirtina gund de bi hinceta rê nîşan bidin hatin birin û piştre jî hatin înfazkirin hate parvekirin û hate xwestin kiryar bên dîtin û darizandin. 

Beriya çalakiya rûniştinê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê û Nûnerê Herêmê Abdulselam Înceoren axivî û bal kişand li ser qedexeyên derketina kolanan û mirinên sivîlan û got ku pavçûn çareseriyê nayne. Înceoren li ser girîngiya muzakera û diyalogê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ku çaraserî ancax bi rûniştin û axaftinê pêk tê. Lê tê dîtin ku ji rondikên çavan û mirinên berê ders nehatine derxistin. Îro dîsa rewşa şer heye û mirov dimirin. Li her derê xwîn tê rijandin. Ji meha tebaxê heta niha 170 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji 30 zarok in, 40 jin in. Li Sûr, Sîlopiya û Cizîrê bi tank û topan ve ev şer berdewam dike. Hê jî mirov tên kuştin. Mafê jiyanê ji bo me pîroz e."

Înceoren destnîşan kir ku li dijî politîkayên şer miroven ku daxwaza aştiya civakî dikin rastî lêpirsînên neheq tên û li hemberî lêpirsînên ku li akademîsyenan hatine vekirin nerazîbûn nîşan da. Înceoren ev tişt anî ziman: "Komeke mirov gotin em aştiyê dixwazin û der barê wan de lêpirsîn hate vekirin. Li vî welatî gotina aştî bikaranîn û mirov bila nemirin suc e. Em nikarin vê yekê tu caran qebûl bikin."

Piştre rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emîn Ermîn axivî û çîroka Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ên ku di 1994'an de li navçeya Çelê ya Colemêngê di serdegirtina gund de bi hinceta rê nîşan bidin hatin birin û piştre jî hatin înfazkirin parve kir 

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên windayan û ÎHD çalakiya xwe ya 362. li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir axivî û got: "Em ê nebin şirîkê vî sûcî. Em ê gotina xwe ya 'bila zarok nemirin' her bilêv bikin." Bagatir bal kişand li ser akademîsyenên banga aştiyê kirin û mamosteya Ayşe Çelîk a gotina "bila zarok nemirin" bi kar anî jî wiha axivî: "Li dijî mirinan derketin suc tê hesibandin, wekî xayîntiya li hemberî welat tê nirxandin ev derveyî aqil e." Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. 

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 91. li kolana Hunerê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Abdullah Canan ê di 1996'an de piştî hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat wergirtin hate parvekirin û li aqûbeta wî hate pirsîn. Di çalakiyê de zarokênAbdullah Canan qurnefîl belav kirin û piştre jî nûnerê ÎHD'ê Muhyettîn Onal axivî. Onal wiha got: "Em her hefte li vir edaletê dixwazin. Heta kujer neyên darizandin em ê dev ji doza xwe bernedin." Onal anî ziman ku ji bo ku ev kujer bên dîtin hikûmeta AKP'ê heta niha tiştek nekiriye û nirxandina "wekî ku hûn dizanin kujerên van mirovan li her derê Tirkiyeyê dest û piyên xwe ba dikin û digerin" kir. 

Li ser navê malbata Canan jî Tayyîp Canan axivî û wiha got: "Îro 20. salvegera qetilkirina bavê min e. Li cihanê tişta herî zehmet çîroka bav an jî xizmekî xwe yê ji aliyê zaliman ve hatiye qetilkirin vegotin e. Kujerê bavê min serçete efser Mehmet Emîn Yûrdakûl, efser Nîhat Yîgîter û îtirafkar Kahmaran Bîlgîç in, li şûna ku li girtîgehê bin li derve ji xwe re digerin."