Ji bo zarokê birîndar rakin nexweşxaneyê serî li DMME dan

Ji bo birina nexweşxaneyê ya Huseyîn Paksoy yê 16 salî ku li Cizîrê 2 roj berê ji ber gulebarana hêzên dewleta Tirk birîndar bibû û ji ber ji bo ketina ambûlansê ya taxê destûr nayê dayîn mudaxele nayê kirin, serî li DMME hat dayîn.

Di êrîşên qirkirinê yên li navçeya Cizîr a Şirnexê didomin de li Taxa Nûrê di êrîşên tank û hewanan ên dewleta Tirk de zarokê 16 salî yê bi navê Huseyîn Paksoy birîndar bû. Ji bo rakirina Paksoy a nexweşxaneyê ku ji duh êvarî ve li taxê bi birîndarî rawestiyaye û rewşa tenduristiyê her diçe nebaş dibe, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û malbatê gelek caran li Qeymeqamtiya Cizîrê û Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê geriyên û ji bo ambûlans birîndar bigire destûrdayîn xwestin. Lê rayedarên dewletê dibêjin, “li herêmê şer heye” û nahêlin ambûlans were taxê.

MALBATÊ SERÎ LI DMME DA

Ji bo ambûlans were Paksoy bigire destûr ev 2 roj in nayê dayîn, hat diyarkirin ku welatiyên hewl dan zarokê birîndar rakin nexweşxaneyê jî rastî gulebarana hêzên dewletê hatine. Ji bo Paksoy bi lezgînî rakin nexweşxaneyê, li ser navê malbatê Parêzer Nûray Ozdogan bi daxwaznameyekê ve serî li DMME da. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku ji ber mafê tendurist û jiyanê yê Paksoy tê astengkirin divê qedexe bi lezgînî bê rakirin, ji DMME daxwaza biryara lezgîn ji bo Paksoy rakin nexweşxaneyê hat kirin.