Cenazeyê 2 kesên hatin qetilkirin hatin girtin, zarokê birîndar jî asê maye

Zarokê 16 salî yê duh şev li Cizîrê birîndarbûyî û destûr nedan ketina ambûlansê ya taxê, hê mudaxele nehatiye kirin, hat diyarkirin ku Huseyîn Paksoy û cenazeyên 2 kesên ku danê nîvro hatin qetilkirin rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê berxwedana gel a li hember êrîş û terora dewleta Tirk di roja 34. de didome. Êrîşên ku li ser Taxa Nûrê dijwar bû, hêzên dewleta Tirk rê nadin ambûlansan ku bikevin taxê, zarokê 16 salî yê ku ev 2 roj in nikarin rakin nexweşxaneyê, hat ragihandin ku Huseyîn Paksoy e. Tevî hemû hewldanên Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz û malbatê, rayedarên dewletê bi hinceta “Li herêmê şer heye” rê nade ku ambûlans ji bo Paksoyê birîndar bigire bikeve taxê.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Taxa Sûrê jî dijwar bû, ji saetên nîvro û pê ve ji ber êrîşên dijwar ên tankan yek ji 2 welatiyên jiyana xwe ji dest dan hat zanîn ku Abdulah Înedî ye. Cenazeyê Înedî û welatiyê din bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.