Di roja 33. a berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd de, li Cizîrê şerekî dijwar diqewime. Hêzên YPS'ê bersivê didin êrîşên hêzên dewleta Tirk.
ANF
ŞIRNEX
în, 15 rêbendanê 2016, 10:06
Li navçeya Şirnex Cizîrê, berxwedana gelê Kurd a li hemberî tank û topên dewleta Tirk di roja 33. de ye. Ji duh bi şev û vir ve bê navber topên dewleta Tirk li taxên Cûdî û Nûrê dibarin.
Ji ber topbaranê, bi dehan xaniyan zerar dîtin û li gelek mal û kargehan şewat derket. Ji ber dijwariya êrîşan, derfetên vemirandina şewatê nîne.
Leşker û polîsên Tirk ji maşînên zirxî bi çekên giran guleyan li taxan dibarînin. Hêzên YPS'ê jî bersiv dan van êrîşan. Ji duh bi şev û vir ve li taxên Nûr û Cûdî şerekî dijwar diqewime.