Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş da xuyakirin, ku Îslamiyeta dewletên ku dewama desthliatdariya Qesrê ya Yezîd in, di oxira desthilatdariya xwe de gelek zerar daye gelan.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kir ku ji Emewiyan û heta roja îro vala Îslamiyetê hatiye valakirin û desthilatdaran ji bo serweriya xwe biparêzin weke amûrekê bi kar anîne, lewma êşên roja îro diqewimin.
Erdogmûş bal kişand ser Îslamiyeta di serdema Hz. Pêxember de û anî ziman, ku çavkaniya wê Îslamiyetê Quranî Kerîm bû, yê dimeşan jî Hz. Pêxember bû. Erdogmûş da xuyakirin, ku pratîka wê demê, ku ew weke serdema seadetê bi nav dikin, li holê ye got, "Bi wî rengî hemû mijarên şer, aştî, aborî, siyaset, perwerde ji aliyê hemû dîroknasan ve tê zanîn. Heman piştî vê serdemê, dema Emewiyan destpê kir. Di vê demê de jî dîrok jê re şahid e, ku Eshabeyên Ehlî Beyt ên ku em wan wekî nifşê Hz. Pêxember qebûl dikin, bi pêşengiya Hz. Elî li dijî pêkanînên Emewiyan têkoşiyan."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş da zanîn, ku rêveberên desthilatdariya Mûaviye, ku heman piştî Hz. Mûhammed Îslamiyet derbasî Qesrê kirin, ji hingî ve li Rjohilata Navîn ji bo parastina qesrên xwe xwînê dirijînin.
Erdogmûş ev nirxandin kir: "Pêwîstî pê nîne ku mirov li serdemeke kevn vegerin. Em li rewşa îro ya erdnîgariya Îslamê binêrin; niha DAIŞ ji ku derket? Piştevanê vê kî ne? Rêveber, lîderên xwe kî ne? Hin nav tên bilêvkirin, lê rêxistinbûyînek ku dibêje ji bo dozekê şer dike û îdîa dike ku dewlet e, gelo çêdibe ku kadroyên xwe tinebe? Ev yek nîşan dide, ku ev rêxistin bi desthilatdariyên heyî re xwedî têkilî û girêdanekê ne. Ti kes nikare vê înkar bike. Bala xwe bidinê, li welatê me jî bi kê re tifaqê dikin. Niha bi welatên Rojhilata Navîn, bi Erebîstana Siûdî, Qatar, sermayeya Kendavê û di demek kurt de hewl da bi Îsraîlê re jî têkiliyê deyne. Gelo ev welat niha xizmetê ji emperyalîzmê re nakin? Gelo yên ku dibin sedema rijandina xwîna gelên mezlûm, ne ev welat in? Dema mirov van hemûyan dinirxînin, dibînin ku bi rastiya Îslamiyetê, bi heqaniyeta wê re eleqedar nabin. Mirov dikarin li gorî baweriya civakan, Îslamiyetê analîz bikin. Lê belê eger em hewl bidin li gorî jiyana rêveber, qral û sûltanan Îslamiyetê pênase bikin, hingî em ê nikaribin Îslamiyeta rastî bibînin. Weke mirovekî 30 salan miftîtî kiriye, ez Îslamiyeta van red dikim. Feraseteke ku li cem zaliman cih digire, xwînê dirijîne, zarokan, jinan, mirovan di oxira desthilatdariya xwe de qetil dike, zerarê dide alema Îslamê, feraseta Îslamiyetê nîne. Îslamiyeteke bi vî rengî nîne. Lê mixabin, çawa ku îro li ser navê medeniyetê, li ser navê demokrasiyê gelek cînayet û wehşet tê kirin, îro li ser navê Îslamiyetê jî heman wehşet tê kirin."
GUNEHÊ VENEŞARTINA CENAZEYAN DI STÛYÊ HER KESÎ DE YE
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî cenazeyan, ku nahêle bên rakirin û bi rojan li naverastê dihêle.
Erdogmûş diyar kir, ku li gorî Îslamiyetê divê cenaze tavilê were veşartin û got, "Ev yek mijareke ewçend lezgîn e, ku nabe bê taloqkirin an jî derengxistin. Pêwîste cenaze bi lezgînî were veşartin. Eger ev wezîfe bi cih nehatibe anîn, hingî ji vê rewşê her kesên li wir dijîn berpirsyar e. Pêkanîna nimêja vî cenazeyî kînaye ye. Astengkirina çûyîna Kabe, girtina mizgeftekê û astengkirina îbadetê yan jî mudaxlekirina li kesekî nimêj dike gunehê xwe çi be, veneaşrtina cenazeyan jî heman guneh e."