Çalakiya rûniştinê yên li pêşiya saziyên YE’ê berdewam dikin
Çalakiya rûniştinê yên li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa ya ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û protestokirina bêdengbûna Ewropa di roja duyemîn de didome.
ANF
BRUKSEL
pêncşem, 14 rêbendanê 2016, 20:04
Çalakiya rûniştinê yên li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa ya ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û protestokirina bêdengbûna Ewropa di roja duyemîn de didome.
Çalakiya ku di pêşengtiya TJK-E û KCD-E’ yê de li pêşiya Place Lûxemboûrg a Parlementoya Ewropayê destpêkirin, îro li Place Schûman a Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Konseya wê hat lidarxistin.
Çalakiyên ku Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdar bûn bi rêzgirtinê destpê kirin. Piştre komek, bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk çelekgek reş li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê danîn.
Di çalakiyê de endamê KNK’ê Tahîr Kemalîzade axivî û diyar kir ku li em ji Tirkiye tiştekê naxwazin û wiha anî ziman: “ Em welatê xwe dixwazin, Kurdistanê dixwazin, Em Silopiya, Sûr, Cizîr, em azadiya xwe dixwazin. Em Enqereyê naxwazin, em Kurdistana bi sedsalane hatiye mêtîngerkirin dixwazin.”
Hevserokê KONGRE-GEL Remzî Kartal jî axivî û diyar kir, gelê Kurd mafê xwerêveberiya demokratîk daxwaz dike.
Kartal wiha got: “Em dewletê neçar bikin ku çareserî destpêbike, îro gel gihiştiye wê astê ku pêşeroja xwe bi xwe ava bike.” Kartal balkişand ser tecrîdê û diyar kir ku ev 10 meh in tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin.
Li ser navê endamên TEV-ÇAMD’ê hûnermend Hozan Şemdîn û Hozan Kawa axivîn. Bi dirûşmên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Qatil Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin. Çalakî wê sibehê li pêşiya avahiya Place Lûxemboûrg a Parlementoya Ewropa berdewam bike.