Li Şemzînanê operasyon
Li herêma Gare û Zerza ya Şemzînanê, artêşa Tirk danê vê sibehê dest bi operasyonê kir.
Li herêma Gare û Zerza ya Şemzînanê, artêşa Tirk danê vê sibehê dest bi operasyonê kir.
Li herêma Gare û Zerza ya Şemzînanê, artêşa Tirk danê vê sibehê dest bi operasyonê kir. Leşkerên Tirk ên ku dor li gundên li herêmê girtine, avêtin ser gelek malên li gundên Gare, Şavite, Masîro û Gimana.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku sewqiyata leşkerî hatibû kirin, danê sibehê li herêma Gare û Zerzayê operasyona leşkerî ya berfireh hate destpêkirin. Rêyên ku diçe herêma operasyonê jî ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û destûr nayê dayîn ku servîsên xwendekaran jî derbas bibin.
Di çarçoveya operasyonê de bi sedan maşînên zirxî û yekîneynên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin. Hate ragihandin ku li gundên Gare, Şavite, Masîro û Gimanayê jî leşkeran avêtine ser gelek malan û lêgerînê dikin. Nehat zanîn ku kes hatiye binçavkirin an na.