Greva birçîbûnê ya malbatên nikarin cenazeyên xwe rakin, didome

Li Sûrê, dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 43. de ye. Greva birçîbûnê ya malbatên nikarin cenazeyên xwe yên li navçeyê rakin, dewam dike.

Li Sûrê, dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 43. de ye. Greva birçîbûnê ya malbatên Îsa Oran, Mesût Sevîktek, Ramazan Ogut û Rozerîn Çûkûr a ji bo rakirina cenazeyan, dewam dike. Greva Birçîbûnê ya li avahiya ÎHD ya Amedê hat destpêkirin, di roja 12. de ye.

Hat ragihandin, ku eger cenaze neyên dayîn, wê malbat greva birçîbûnê veguherînin rojiya mirinê. Serdanên ji bo destekkirina malbatan jî dewam dikin. Bi vê armancê welatî, malbatan ziyaret dikin û hewl didin êşa wan parve dikin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe xistine hembêza xwe dibêjin, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin û ti carî ji rêya xwe venegerin."