Li Geverê çalakiya li dijî maşîna zirxî

Li Geverê duh bi şev li dijî maşîneke zirxî ya polîsan çalakiyek hat lidarxistin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin.

Nîvê şevê saet di 02:00 de li hemberî maşînên zirxî yên diçûn nuqteyeke tîmên taybet a li aliyê Şemzînanê, li derdora Eskî Petrol a li navbera taxên Orman û Cûmhûriyetê, ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ve çalakiya bombeyî hat lidarxistin. Der barê hejmara polîsên hatin kuştin de agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Piştî çalakiyê bi qasî saetekê li vir şer qewimî.