Malên Tirk li Başûrê Kurdistanê tên boykotkirin

Komek ji rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetên naskirî yên li Başûrê Kurdistanê, kampanya boykotkirina malên Tirk da destpêkirin.

Komek ji rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetên naskirî yên li Başûrê Kurdistanê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, kampanya boykotkirina malên Tirk da destpêkirin.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Li herêma Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên deleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, komîte hatin avakirin. Weke gava destpêkê ya van protestoyan, daxwaza me ji welatiyên Başûrê Kurdistanê ew e ku malên Tirk êdî nekirin û bi kar neynin. Heta ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd werin bidawîkirin, divê şîrketên Tirk ji herêmê werin derxistin. Pêwîste hemû welatiyên ji Başûrê Kurdistanê destekê bidin xwişk û birayên xwe yên li Bakurê Kurdistanê."

Di çarçoveya çalakiya boykotê de wê li herêmên Duhok, Hewlêr, Silêmaniye, Xaneqîn, Pişder û li Şarezûr, Derbendixan, Germiyan, Kerkûk û Çemçemalê kar bê kirin.