Parlamenterê PDK'yî Alî Halo diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Enfalê dike û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî vê rewşê, bi ti awayî bi kêrî yekîtiya neteweyî ya Kurdan nake.
Parlamenterê PDK'ê Halo, li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û bêdengiya partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li pêşberî van komkujiyan ji ajansa me re axivî û got, "Dewleta Tirk bi qetilkirina Kurdan re li dijî mirovahiyê sûc dike." Halo bang li rêxistinên Kurdan kir, ku li hemberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.
Têkildarî hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê Halo got, "Divê Kurd vê pirsgirêkê bi rêya dîplomatîk û siyasî bi dewleta Tirk re çareser bike. Pêwîste ti rêxistineke Kurd li dijî rêxistineke din a Kurd bi dewleta Tirk re têkiliyê daneyne."
'TI HÊZ NIKARE BERXWEDANA BAKUR BIŞIKÎNE'
Parlamenterê PDK'ê Alî Halo da xuyakirin, ku hemû dewletên li Kurdistanê serdest in, bi awayekî bêaqil tevdigerin û ev nirxandin kir: "Li gorî wan ti mafekî Kurdan nîne. Enfalkirin, qetilkirin û rakirina fermanê li ser Kurdan, ji bo xwe weke serketinê dibînin. Ev her çar dewletên li ser Kurdistanê serdest in, dibêjin ku Kurd wê nebin xwedî maf, wê nebin xwedî nasname. Ev mejî li Rojhilata Navîn dijminatiyê li dijî mirovahiyê dike."
Halo da zanîn ku dewleta Tirk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi îlana qedexeya derketina derve re bi awayekî vekirî Kurdan qetil dike û wehşetê dike. Halo got, "Ev yek li dijî mirovahiyê ye, wehşet e. Bi tundî şermezar dikim. Divê em vê mehkûm bikin. Em hêvîdarin ku ev pêkanînên li dijî mirovahiyê tavilê bidawî bibin. Divê were zanîn ku bi komkujiyan re pirsgirêka Kurd çareser nabe. Berevajî pirsgirêk kûrtir dibe. Heta niha gelek komkujî bi serê Kurdan de hat, lê Kurdan dest ji mafên xwe bernedan. Xwedî li nasname û çanda xwe derketin. Di heman demê de ti hêzê li Bakurê Kurdistanê berxwedana gelê Kurd nekarî bişikîne."
'XWESERÎ MAFÊ HERÎ XWEZAYÎ YÊ KURDAN E'
Halo diyar kir ku mafê herî xwezayî yê Kurdan e ku bi vîna xwe bi xweseriya demokratîk re xwe bi rê ve bibin û ev xal destnîşan kir: "Kurd bixwazin dikarin daxwaza cihêbûnê jî bikin. Lewma divê dewletên heyî ji ber vê daxwaza xweseriyê kêfa wan bê û hurmetê nîşan bidin. Rêxistinbûyînên xweseriya demokratîk û federal, li wealtên ne zilm û zordarî lê hene, bûne sedem ku rewşeke demokratîk biafire. Lewma daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê mafê herî xwezayî ye."
'DIJDERKETINA LI KOMKUJIYAN, WEZÎFEYA NETEWEYÎ YA HEMÛ KURDAN E'
Halo got, "Li ku derê Kurdek bê qetilkirin, divê partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û gelê Kurd ji sedî sed li dijî vê yekê derkevin. Ev yek ji bo Kurdan ji aliyê siyasî, exlaqî, wijdanî û însanî ve wezîfeyek e. Di sedsala 21'an de bêdengiya li hemberî vê wehşeta li gelê Kurd tê kirin, bi ti awayî xizmetê ji berjewendiyên netewe û gelê Kurd re nake."
Der barê bêdengiya PDK'ê ya li pêşberî van komkujiyan de parlamenterê PDK'yî Halo ev bersiv da: "Li gorî min hemû hêzên Kurd, divê li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Bêdengî, di vê demê de tiştekî were qebûlkirin nîne."
'DIVÊ TI RÊXISTINEKE KURD LI DIJÎ RÊXISTINEKE DIN BI DEWLETA TIRK RE TÊKILIYÊ DANEYNE'
Halo da xuyakirin, ku pirsgirêka hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê divê bi rêya siyasî-dîplomatîk were çareserkirin û got, "Divê ti rêxistineke Kurd li hemberî rêxistineke din a Kurd, bi dewleta Tirk re têkiliyê daneyne."