Elçî yê li Cizîrê birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da
Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a li Taxa Şah a danê sibehê Veysî Elçî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a li Taxa Şah a danê sibehê Veysî Elçî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a li Taxa Şah a danê sibehê Veysî Elçî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê di serdegirtina malan de kesek hat binçavkirin, di otela Memûzîn a hat gulebarandin de şewat derket û êdî bêkêr bûye.
Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a danê sibehê ya li Taxa Şah a navçeya Cizîrê ya Şirnexê Veysî Elçî birîndar bibû. Elçî yê ku li taxên ku bend lê tineye dijiya, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat ragihandin ku li nexweşxaneya tedawî didît di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dewleta Tirk ji ber xwestin danê sibehê bi dizî ve têkevin Taxa Cûdiyê şer derket. Tevahiya rojê Taxên Cûdî û Nûh bi awayek dijwar hatin gulebarandin. Hat diyar kirin ku di serdegirtina malan a Taxa Nûrê de Îhsan Baran hat binçavkirin.
OTEL BI TEVAHÎ ŞEWITÎ
Otela Memûzîn a li navenda navçeyê cih digirt, ji beriya niha di encama topbaranê de qatên wê yên 3 – 4’an hatibû hilweşandin. Vê carê dîsa bû hedefa guleyan û di her 2 qatên din de jî şewat derket. Îtfaiyeya Şaredariya Cizîrê hat cihê bûyerê û şewat vemirandin. Ekîbên îtfaiyeyê şewata di qata yekem de vemirandin, li ser gule reşandina hêzên dewleta Tirk bi neçarî ji cihê bûyerê veqetiyan. Ji ber berdewamiya şewatê otel bi tevahî şewitî û êdî nayê bi kar anîn.
Êrîşên topan ya li ser Taxên Cûdî û Nûrê bi awayek dijwar berdewam dikin.
Hêzên dewleta Tirk ji ber xwestin danê sibehê bi dizî ve têkevin Taxa Cûdiyê şer derket. Di şer de 2 polîsên Tirk hatin kuştin, tê îdîa kirin ku di nav de yarbayek û 3 leşker jî hatine kuştin.