Li Geverê berxwedan didome
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî wesayîta TOMA’yê di ser serê kesekî re derbas bû û qetilkir, berxwedan gel a li hemberî hêzên dewleta Tirk dayîn destpêkirin didome.
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî wesayîta TOMA’yê di ser serê kesekî re derbas bû û qetilkir, berxwedan gel a li hemberî hêzên dewleta Tirk dayîn destpêkirin didome.
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî wesayîta TOMA’yê di ser serê kesekî re derbas bû û qetilkir, berxwedan gel a li hemberî hêzên dewleta Tirk dayîn destpêkirin didome. Piştî wesayîtên zirxî kolan dan ber guleyan, hêzên YPS’ê êrîşek bi roketan li hember mala polîsan lidar xist. Ciwanan tevahiya rêya Şemzînan kontrol kirin, li pişt bendên ku ava kirin agir pêxistin û bertek nîşanî înfazan kirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê di saetên danê sibehê de welatiyê bi navê Hasan Han di ketina Kolana Eczaneyan de wesayîta TOMA’yê lê xist û qetilkir. Di navbera tîmên taybet ên Tirk û Yekîneyên Parastina Sivîlan de şer derket û hê jî didome. Hêzên taybet ên Tirk gule li ser taxan barandin, hêzên YPS’ê jî bersivê didin. Li navçeyê piştî qetilkirina Hasan Han kepenk hatin girtin, bi sedan ciwan li ser rêya Cengîz Topel û Şemzînanê agir pêxistin û li pişt bendan berxwedan kirin.
Hêzên YPS’ê çalakiyek roketê li dij mala polîsan pêk anîn, têkildarî kuştî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin. Hêzên YPS’ê li qewserêya Girtîgeha Kevin bi kamyonan rê li trafîkê girtin, mînîbusek a Kargoya PTT’ê piştî ku welatî jê derxistin, dan ber agir. Polîsên ku li Kolana Eczaneciyan bicihbûne, nikarin derkevin, dem bi dem bi çekên otomatîk guleyan li kolanan direşînin.
Hêzên YPS’ê û bi sedan ciwanan li ser rêya Şemzînanê agir pêxistine û berxwedanê dikin, bi dirûşmên “Dewleta Qatil” û “Bijî Berxwedana Geverê” qîr dikin. Bi hatina şevê re hêzên YPS’ê ketin nav taxan, polîsên li navenda Sûkê asê mane, bi wesayîtên zirxî dem bi dem sewqiyatê dikin.