BI DÎMEN

Parlamentera Goran: Em li cem gelê xwe yê Bakur e

Parlamentera Tevgera Goran Bihar Mehmûd got, "Weke Tevgera em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe yê Bakur" û destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de ji bo Kurdan yekîtî şert e.

Parlametnera Tevgera Goran Bihar Mehmûd got, "Weke Tevgera em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe yê Bakur" û destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de ji bo Kurdan yekîtî şert e.

Parlamentera Tevgera Goran û hiqûqnas Bihar Mehmûd, krîza li Başûrê Kurdistanê û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Wekîla Tevgera Goran Bihar Mehmûd got, "Di rewşa heyî de PDK'ê dest daniye ser hemû erkên rêveberiyê. Her tişt xistiye bin kontrola xwe. Hem serokatiya herêmê, hem jî serokatiya meclîsa encûmenan di destê PDK'ê de ne. Bi rêya Serokatiya Herêmê re petrol, têkiliyên derve û hêza leşkerî di bin kontrola PDK'ê de ye. Ji bilî PDK'ê haya ti partiyê jê nîne ku ev kar bi çi rengî tên meşandin. Pêwîste desthilatdarî ji bin kontrola partiyeke bi tenê bê derxistin. Lewma eger serokatiya heremê, serokwezaretî û serokatiya parlamentê di nava partiyan de bi awayekî heqanî bên belavkirin, em ê bi erênî nêzî vê rewşê bibin."

Bihar Mehmûd da xuyakirin, ku Tevgera Goran tevgereke li dijî bêhiqûqiyê ava bûye û destnîşan kir, ku ew dixwazin herêma wan ji karên ne li rê were paqijkirin û sîstemeke demokratîk were avakirin. Mehmûd da zanîn, ku ji ber vê polîtîkaya xwe ew bûne hedefa PDK'ê.

'RÊVEBERÎ LI DIJÎ QANÛNAN E'

Wekîla Goran bibîr xist ku ev sê meh in PDK nahêle serokê parlamentê bikeve nava parlamentê û got, "Bi darê zorê nahêlin bikeve nava Hewlêrê. Niha erka rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi temamî li dijî qanûnan e. Eger em ê pirsgirêkên serokatiyê, pirsgirêkên aborî, nelirêtî, firotin û hatineyên petrolê bi durustî nîqaş bikin, hingî her ke neçar e li gorî qanûnan tevbigere. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê ti qîmeta qanûnan nemaye."

Bihar Mehmûd da xuyakirin ku ew krîza heyî ya siyasî, weke pirsgirêkeke şexsî yan jî partiyî nabînin û got, "Weke tevger pirsgirêka me bi ti kesî re nîne. Di mijara serokatiyê de jî helwesta me şexsî nîne. Em dibêjin; dema li gorî qanûnan be em amade ne bi her kesî re biaxivin. Ji bo me ya girîng fonksiyona saziyan e."

LI SER NELIRÊTIYÊ ÎDÎAYÊN CIDÎ

Parlamentera Tevgera Goran ji bo maeşên gelekî zêde yên rayedaran diyar kir, ku ev yek pirsgirêkeke gelekî cidî ye û anî ziman ku hin kes hene, tevî ku ne wezîr in jî maeşê wezîrtiyê werdigirin. Bihar Mehmûd got, "Maeşê wezîrtiyê, maeşê musteşariya wezîrtiyê digirin. Di petrolê de karên nelirê gelekî zêde ye. Ev rewş, ji ber ku her tişt di bin kontrola partiyekê de ye, rû didin."

Parlamenter Mehmûd da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê 1 mîlyon 400 hezar kes maeş werdigirin, lê nîvê van naxebitin.

'LI BAKURÊ KURDISTANÊ BI AWAYEKÎ VEKIRÎ KOMKUJÎ HEYE'

Parlamentera Tevgera Goran Bihar Mehmûd bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku di roja îro de li Bakurê Kurdistanê bi awayekî vekirî komkujiyek tê kirin.

Mehmûd got, "Weke Tevgera Goran em heta dawiyê li cem berxwedana gelê xwe yê li Bakur e" û anî ziman ku Kurdên li Bakur mafên xwe yên herî rewa û demokratîk dixwazin, weke Tevgera Goran jî ew amade ne di vî warî de wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

Bihar Mehmûd diyar kir ku weke Tevgera Goran helwesta wan zelal e, lê belê ev helwest bi tena serê xwe têrê nake û destnîşan kir, ku divê çar partiyên di nava hikûmetê de cih digirin, helwest û nerazîbûneke hevpar nîşan bidin.

BANGA YEKÎTIYÊ

Wekîl Bihar Mehmûd da xuyakirin ku Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin, ji bo ev pêvajo veguhere destketiyan Yekîtiya Kurdan şert e û got, "Kurd ji bo azad bibin û bibin xwedî statu, derfeteke dîrokî bi dest xistine. Eger ev yek rast neyê bikaranîna em dikarin winda bikin. Ji ber ku Kurd îro li herêmê û cîhanê bi awayekî bêhempa li hemberî terorîzmeke  şer dikin. Ev têkoşîn li qada navneteweyî derfetên mezin dide Kurdan. Ji bo bikaranîna van derfetan jî pêwîstiya Kurdan bi pêşengiyeke dîrokî heye û ji bo vê jî yekîtî şert e. Lê mixabin me ev yekîtî pêk neanîne. Banga min li hemû hêz û kesên pêşengiyê ji Kurdan re dikin ye; Bi lezgînî li hev civin, bi yek dengî di çarçoveya pîvanên hevpar de li ser navê Kurdan têbikoşin. Eger bi vî rengî be Kurd wê di vê pêvajoya dîrokî de serketinên mezin bi dest bixin."