Han ê ku hêzên dewletê qetil kirin hat defnkirin
Cenazeyê Hasan Han (65) ê hêzên dewletê li Geverê bi TOMA’yê bi pêlêkirinê ve qetil kirin, li gundê Xûrekanan (Aşagi Guveç) spartin axê.
Cenazeyê Hasan Han (65) ê hêzên dewletê li Geverê bi TOMA’yê bi pêlêkirinê ve qetil kirin, li gundê Xûrekanan (Aşagi Guveç) spartin axê.
Cenazeyê Hasan Han (65) ê hêzên dewletê li Geverê bi TOMA’yê bi pêlêkirinê ve qetil kirin, li gundê Xûrekanan (Aşagi Guveç) spartin axê. Kurê Han Halît Han di merasîmê de axivî, wiha got: “Hêzên dagirker bavê min bi qestî qetil kirin.”
Cenazeyê Hasan Han (65) ê danê sibehê di ketina Kolana Eczaneler a navçeya Gever a Colemêrgê bi pêlêkirina TOMA’yê ve hat qetilkirin, piştî karûbarên otopsiyê ji aliyê malbat rêveberên DBP, HDP, Meclîsa Gel û gel hat wergirtin û anîn gundê Xûrekanan (Aşagi Guveç) ê girêdayî navçeyê.
Cenazeyê Han cara dawî birin malê, li vir jinan lorik gotin. Li malê rondik kêm nebûn, ji bo wecîbeyên olî cenaze anîn mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî cenaze li ser milên gel bi dirûşmeyan anîn goristana gund.
Piştî karên defnkirinê, rêz hat girtin. Li vir Nûnerê Navçeyê yê MEYA-DER’ê Cengîz Ortaê axivî, destnîşan kir ku Han ji ber nasnameya wî ya Kurd bi qestî hatiye qetilkirin, wiha got: “Em bi dozger re axivîn, dixwazin bi axaftina qezaye ser binuxumînin. Lê, van kalê me yê pîr bi qestî qetil kirin.
Li ser navê malbatê kurê Han Halît han jî ragihand ku bavê wî ne bi qezayê, bi hedefgirtinê hatiye qetilkirin. Han da xuyakirin ku bavê wî çend roj berê bi bombeyên gazê hatibû hedefgirtin, wiha domand: “Hêzên dagirker bavê min bi zanebûn qetil kirin.”
Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyan belav bû, li gund konê sersaxiyê hat danîn.