Li Sûrê teqîn û şerê diqewimin

Li Sûrê danê vê sibehê 3 teqînên mezin rû dan. Hêzên dewleta Tirk bê navber bi tankan bombeyan li navçeyê dibarînin.

Terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî êrîşan li navçeya Amed Sûrê di roja 44. de ye. Danê vê sibehê li herêmên Deriye Mêrdînê, Taxa Hasirli û derdora Mizgefta Kûrşûnlû teqînên dijwar rû dan.

Bi tankan bê navber êrîş li hemberî navçeyê tê kirin. Her wiha ji maşînên zirxî jî gule li taxan tên reşandin.

Di dema şer de li derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û Taxa Hasirli 3 teqînên dijwar rû dan.