Li Swêdê çalakiyên li dijî AKP'ê dewam dikin
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, li Stockholm û Gavle çalakî lidar xistin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, li Stockholm û Gavle çalakî lidar xistin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, li Stockholm û Gavle çalakî lidar xistin.
Li ser biryara çalakiyan a KCD-E û TJK-E, Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ketin nava tevgerê.
LI BER PARLAMENTA SWÊDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Kurdistaniyan di vê çarçoveyê de li Meydana Mynttorgetê ya li nêzî Parlamenta Swêdê kon vedan, pankarta bi nivîsa "Kujere zarokan Erdogan", alên YPG, PKK û wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. Kurdistaniyan duh saet di 10:00 de li vê derê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ji bo raya giştî li ser bûyerên li Kurdistanê agahdar bikin, belavokan belav dikin.
Tevî berfa zêde û serma dijwar ku di asta -13 pile ye, Kurdistanî çalakiya xwe didomînin. Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî beşdarî çalakiyê bû. Hat ragihandin ku çalakî wê heta saet 16:00 ê îro bidome. Kurdistanî û dostên wan banga piştgiriya bi berxwedana gelê Bakur re kirin.
LI GAVLE, TELEVIZYONA DEWLETÊ HAT ZIYARETKIRIN
Kurdistaniyên li bajarê Gavle dijîn, ji bo xemsariya medya Swêdê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin û mijarê bixin rojevaya raya giştî, buroya Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) a li bajêr ziyaret kirin û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn.
Serokê heyetê Şêro Mêrdîn di vê hevdîtinê de, piştî ku bi awayekî devkî agahî li ser êrîşên dewleta Tirk û berxwedana li Bakur da, dosyayek li ser komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê kiriye, radest kir. Heyetê xwest, operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê tên meşandin, ji raya giştî ya Swêdê re bên ragihandin.
JI BO ŞERMEZARKIRINA AKP'Ê WÊ DI SERMA -15 PILEYÎ DE 30 BI KÎLOMETREYAN BIMEŞIN
Kurdistaniyên li bajarê Sandvîkenê dijîn, bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên li hemberî Sûr, Cizîr û Silopiyayê û protestokirina bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, wê ji Sandvîkenê bimeşin bajarê Gavle.
Meş wê di 15'ê Çileyê roja Înê di serma -15 pileyî de pêk were. Çalakger wê bi 30 kîlometreyan bimeşin. Banga beşdariyê li Kurdistanî û dostên wan ên li bajar û navçeyên derdorê dijîn, hat kirin.