Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bang kirin
Ciwanên enternasyonalîst, bi armanca silavkirina berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ciwanên enternasyonalîst, bi armanca silavkirina berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ciwanên Enterasyonalîst ên ku ji Elmanya, Spanya û Fransayê tevlî refên YPG/YPJ’ê bûne, berxwedana Bakur silav kirin û ev bang li şoreşgerên cîhanê kirin: "Rabin ser piyan û xwedî li şoreşa Kurdistanê derkevin. Ev dem ne dema axaftin û nîqaşkirinê ye." Ciwanan her wiha bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku tevlî nava refên YPS’ê û gerîla bibin.
Ciwanên Enterasyonalîst bi armanca silavkirina berxwedana Bakûrê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, îro li ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di çalakiya ku gelek welatî jî tevlî bûn de, daxuyanî bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Elmanî û Spanî hate xwendin. Li ser navê ciwanan Şoreş Ronahî daxuyaniya bi zimanê kurdî xwend û got ku ew wekî şoreşgerên enternasyonalîst êrîşên dewleta tirk a faşîst û hevkarên wên yên li ser gelê Bakurê Kurdistanê şermezar dikin.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye: "Em di demeke pir dîrokî de derbas dibin. Di roja me ya îro de li Kurdistanê şoreşek tê jiyîn. Ev ji 40 salan zêdetir e li Kurdistanê têkoşîneke bêhempa ji bo azadiya vî welatî bi peşengtiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê meşandin. Şoreşa Kurdistanê di nava merhaleyên cûr bi cûr de derbas bûye. Bi merhaleya partîbûnê, berxwedana zindana Amedê û arteşbûnê heta têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û tasfiyekariyê, ji berxwedana Îmraliyê heya roja me ya îro bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şerê gelê şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê her tim gav pêş de hatine avêtin. Îro jî em gihîştine qonaxeke hesas. Li ser Rojavayê Kurdistanê projeyên pir qirêj ji aliyê dewletên dagirker û hevkarên wan ve tên meşandin. Di serî de dewleta dagirker Tirkiye û hevkarên wan KDP û ENKS bi her awayî dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin. Li Rojava bi rêya ajanên xwe tevlîheviyê çêdikin, derew û xapandinê ji xwe re esas digirin, bi her awayî destek didin çeteyên DAIŞ û El-Nûsra. Li Bakur jî bi komkujiyan, şer û îşkenceyê dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin.
Piştî ku ev 2 sal bûn agirbesteke yekalî ji aliyê PKK’ê ve hatibû meşandin û hevdîtin ji bo çareserkirina pirsgireka kurd bi Serok Apo re dihatin meşandin, dewleta dagirker di 24’ê Tîrmehê de dest bi êrîşeke berfireh a li ser qadên gerîla kir. Ev êrîş heta îro berdewam dikin. Beriya vê di meha Nîsanê de dema hîn ji aliyê gerîla ve agirbesta yekalî dihat meşandin, Serok Apo xistin nava tecrîdeke dijwar.
Ev 5 meh û nîv e şerê li Bakur berdewam e û her ku diçe dijwartir dibe. Pistî ku em ketine zivistanê dijmin êrîşên xwe zêde kirine. Gerîla ji ber şert û mercên zivistanê nikare zêde hareket bike. Dijmin amade ye her tiştî bike ji bo ku di vê zivistanê de, beriya em bikevin buharê û gerîla dest bi operasyonên şoreşgerî bike, îradeya gel bişikîne. Lê miletê kurd hişyar e û diyar e ku wê serê xwe netewîne. Ev 5 meh in di bin pêşengtiya ciwanên YDG-H û HPG’ê de miletê Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide. Li gelek herêm, bajar û navçeyan rêveberiyên xweser hatine îlankirin û meclîsên gel hatine avakirin. Dijmin jî bi taybetî van navendên şoreşê yên wekî Cizîra Botan, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Farqîn, Kerboran, Gever û Şirnexê hedef digire. Ji bo parastina taxên xwe ciwanan xendek kolandin û bend danîn. Vê dawiyê di pêngaveke dîrokî de YPS (Yekîneyên Parastina Sivîl) u YPS-Jin hatine avakirin. Di bin vî navî de êdî li dijî dagirkeriyê, ji bo Kurdistanekê azad û serbixwe keç û xortên kurd şer dikin. Em berxwedana ciwanên YDG-H û YPS’ê hezaran car silav dikin. Ew ciwan îro taxên xwe bi çekên ferdî, li dijî arteşeke NATO’yê, li dijî tank û topên arteşa dagirker di bin berf û baranê de diparezin. Ev têkoşîneke dîrokî ye û hêza îradeya gelekî şoreşger nîşan dide.
Tişta ku em îro dikarin bêjin ev e. Navenda Şoreşê û parastina nirxên mirovahî îro Kurdistan e. Ev yek li Kobanê, Şengalê û seranserê Kurdistanê hatiye diyarkirin. Wekî şoreşgerên enternasyonalîst em serbilind in ku em di nava vê şoreşê de cihê xwe dikarin bigirin. Gelê Kurdistanê îro dîrokê dinivîse. Li Bakurê Kurdistanê îro çarenûsa me hemûyan tê diyarkirin û em ji heta dawiyê li cem gelê kurd in.
Em avakirina YPS’ê û YPS-Jin li ser vî esasî li gelên cîhanê pîroz dikin û em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên şoreşê ditewînin.
Em bang li hemû şoreşgerên cîhanê dikin ku rabin ser piyan, xwedî li şoreşa Kurdistanê derkevin. Ev dem ne dema axaftin û nîqaşkirinê ye. Dem dema serhildanê ye. Em bang li hemû ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku tevlî nava refên YPS’ê û gerîla bibin. Bi ruhê Ronahiyan, Ûtayan, Avaşînan û Dilsozan em govenda têkoşînê geş bikin.
Îro kî bêdeng bimîne û xwedî li vê berxwedana dîrokî dernakeve li ser rêya xiyanetê ye û wê dîrok hesap ji wan bixwaze. Berxwedan jiyan e û wekî agirekê di daristanekê de gav bi gav mezintir dibe, wek çîçeyekê di buharê de roj bi roj xweştir dibe. Werin em bi hev re dagirkeriyê binpê bikin û ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe şer bikin."
Daxuyanî bi diruşme û tîliliyên dayikan bi dawî bû.