BI DÎMEN

Îlahiyatnas Bîlge: Qewmê ji aliyê Xwedê ve hatiye çêkirin red dikin

Îlahiyatnas Mehmet Alî Bîlge nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan di şerê navxweyî yê li welatên Misilman ên li Rojhilata Navîn da û diyar kir, ku li Tirkiye ya bi hinceta qetilkirina sivîlan li dijî Esad derdikeve, heman qetlîam hene.

Îlahiyatnas Mehmet Alî Bîlge nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan di şerê navxweyî yê li welatên Misilman ên li Rojhilata Navîn da û diyar kir, ku li Tirkiye ya bi hinceta qetilkirina sivîlan li dijî Esad derdikeve, heman qetlîam hene.

Îlahiyatnas Mehmet Alî Bîlge bal kişand ser şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn û da zanîn, ku sedema yekane ya şerê li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan hatiye destpêkirin, xeyalê avakirina 'Dewleta Osmanî' ye. 

Bîlge da xuyakirin, ku rayedarên Komara Tirkiyeyê yên nerazîbûnê nîşanî Esad didin ji ber li dijî gelê xwe şer daye destpêkirin, wan jî li welatê xwe li hemberî Kurdan şer dane destpêkirin û got, "Li welatên Misilman ên li Rojhilata Navîn îro berhevdaneke mezin rû daye. Ji ku derketiye? Çima derketiye? Wê çawa bê beralîkirin? Her çend tevgera Kurdistanê car carna balê dikişîne ser mijarê jî, mixabin dengê wê zêde bilind nabe. Ji bo bêdengkirina wî dengî hin dewletên Misilman dikevin nava tevgerê. Niha welatên Misilman li dijî welatiyên xwe şer dikin. Binêrin, li aliyekî Dewleta Komara Tirkiyeyê bi gotina 'Gelo ez ê nikaribim Dewleta Osmanî ava bikim' rabûye ser piyan. Li aliyê din Îran îxracatiya mezhebê dike, bi gotina 'Gelo ez ê çawa karibim nêrîna xwe, zîhniyeta xwe, mezhebê xwe li nava Misilmanên li Rojhilata Navîn belav bikim' di nava hewldanan de ye. Li aliyekî din jî Erebîstana Siûdî ji bo nêrîn, mezheb û zîhniyeta xwe bi hemû Misilmanan bide qebûlkirin bi hemû hêza xwe fînansmanê dike. Li welatên Rojhilata Navîn binêrin; Sûriye welatekî li dijî welatiyên xwe şer dike, Iraq welatekî li dijî welatiyên xwe şer dike, Tirkiye welatekî li dijî welatiyên xwe şer dike ye. Ji ber ku Kurd jî miletekî Misilman e. Şerê li dijî welatiyên xwe li kîjan aqlî tê? Li gorî gotinan, rêveberên Komara Tirkiyeyê ji ber bombekirina gelê xwe û tinekirina gelê xwe dijminatiyê li Esad dikin. Lê mixabin li Tirkiyeyê heman tişt tê kirin. Dema ev rewş bê nirxandin, wê were dîtin ku armanca ti ji wan Quran nîne, Îslamiyet nîne, ew ola ku Hz. Mûhammed afirandiye nîne. Li gorî min armanca wan serdestiyeke erzan a aboriyê ye. Ji ber vê yekê cihê vê zîhniyetê, vê nêrînê bi ti awayî di nava Îslamiyetê de nîne."

'LI DIJÎ FERMANÊN XWEDÊ DERDIKEVIN'

Bîlge da zanîn ku tinehesibandina yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn Kurdan, tê wateya dijderketina li hukmê Xwedê û destnîşan kir, ku yên hebûna Kurdan qebûl nekin ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne.

Bîlge got, "Li holê gelê Kurd ê ku bingeha Rojhilata Navîn e heye. Mixabin birayên me yên din Tirk, Ereb û Farisan li xwe qebûl nekirin ku em Misilman in. Kurdbûyîna me nepejirandin. Li gorî fermanên Xwedê tevnegeriyan û Kurd û Kurdistan qebûl nekirin. Xwedê bi vî rengî gotiye; 'Me we weke gel û kabîle afirand, ku hûn hevdu nas bikin' Ka naskirina hev? Ji bo Xwedê, gelo naskirin ev e? Di Quranê de tê gotin; eger du qewmm li hemberî hev rabûbin, hingî wan li hev bînin. Hz. Mûhammed ji Ashabayan re vê dibêje; 'eger miletek bi hovîtî êrîşî miletekî din dike, hingî li hemberî wî miletê êrîşkar şer bikin'.  Ev fermana Hz. Mûhammed e. Ji ber ku Xwedê li dijî yên wehşetê dikin e. Gel birayên Misilman hûn li gorî çi vê mirin û kuştinê dikin? Hûn çima rijandina vê xwînê nasekinînin?"