Li Geverê çalakiya nobedê di roja 42. de didome
Li Geverê li taxên berxwedanê, çalakiya nobedê ya li konan li gel hewa sar dewam dike. Ciwanên ku parastina taxê dikin di heman demê de bi newayên azadiyê re coş û moralê jî didin berxwedanê.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, nobeta konê ya mertalên zindî di roja 42'emîn de berdewam dike. Çalakiya konê, bi nobetên dorveger ên şevê û rojê didome. Parastina taxê jî ji aliyê ciwanan ve tê kirin.
Li taxên Cumhuriyet, Yeşîldere, Orman û Mezarlikê jî, welatî li malên gel nobetên xwe digirin. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî çû serdana konê û tevlî berxwedana nobetê bû. Akdogan diyar kir ku ev kon, li hemberî terora dewletê hatiye danîn.
LI KOLANAN NEWAYÊN AZADIYÊ
Ciwanên li taxê nobedê digirin di heman demê de bi stranên azadiyê re coş û moralê didin berxwedanê. Her wiha li taxên ku berxwedana rêveberiya cewherî berdewam dike, di saetên êvarî de tevgera pêgerên hewayî yên keşfê hene.