Eren ê li Qoserê hat binçavkirin winda ye!
Mahmût Eren (23) ê ku di bûyera li Qoserê ya înfazkirina 2 jê jin 4 kesan ku rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem jî di nav de hebû, hat binçavkirin winda ye.
Mahmût Eren (23) ê ku di bûyera li Qoserê ya înfazkirina 2 jê jin 4 kesan ku rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem jî di nav de hebû, hat binçavkirin winda ye.
Mahmût Eren (23) ê ku di bûyera li Qoserê ya înfazkirina 2 jê jin 4 kesan ku rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem jî di nav de hebû, hat binçavkirin winda ye. Nayê zanîn, ku hêzên dewleta Tirk Eren birine ku derê.
Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Mêrdîn Qoserê, di êvara 12'ê Çileyê de, rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem û Selahattîn Aras ê pê re di wesayîtê de bûn û 2 jinên navên wan hînê nehatine diyarkirin li mala lê bûn ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin înfazkirin û kesek jî hat binçavkirin. Derket holê ku kesê hatiye qetilkirin xwedî wesayîta Erdem û Aras tê de hatin înfazkirin Mahmût Eren e. Piştî bûyerê, hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser mala wî ya li taxa Tûrgût Ozal û ew binçav kirin. Nayê zanîn ku Eren bi ku ve birine.