Rewşenbîrên Başûr: Kurd bibin yek wê karibin pêşî li komkujiyan bigirin
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê gotin, "Divê parçeyên din û Kurd hemû bi awayî çalak tevlî têkoşînê bibin. Siyaset û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di vî warî de kêm mane. Ev nayê qebûlkirin."
HALÎT ERMÎŞ / CÎHAN OZGUR
SILÊMANIYE / ANF
pêncşem, 14 rêbendanê 2016, 11:12
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku bi têrkerî xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê nehatiye derketin û gotin, "Divê parçeyên din û Kurd hemû bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibin. Siyaset û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di vî warî de kêm mane. Ev nayê qebûlkirin."
A. QADIR SEÎD: DIVÊ REWŞENBÎR VÊ BÊDENGIYÊ BIŞIKÎNIN
A. Qadir Seîd da xuyakirin, ku wehşeta AKP li Bakurê Kurdistanê dike, encama siyaseta neçareseriyê ya dewletê ye û destnîşan kir, ku divê rewşenbîrên Kurd vê bêdengiyê bişikînin. Seîd got, "Di vê komkujiya heyî de, bêdengiya herêmê û raya giştî ya cîhanê balê dikişîne. Ya herî girîng jî divê em Kurd vê bêdengiyê bişikînin. Ev yek jî ancax bi pêşengiya rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendan dikare bê kirin."
'BÊYÎ DERENG BIMÎNIN DIVÊ EM BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Seîd bal kişand ser girîngiya vegotina têkoşîna mafdar a gelê Kurd û komkujiyên hov ên dewleta Tirk û got, "Ji bo em nîşanî cîhanê bidin ku Kurd bi komkujiyeke wehşî re rû bi rû ne û nîşan bidin ku Kurd têkoşîna man û nemanê dimeşînin, divê hemû beşên civakê seferber bibin. Ev wezîfeyeke nayê taloqkirin e. Dema sibe dereng ket, hingî wê her kes ji vê berpirsyar be."
'BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ'
A. Qadir Seîd da zanîn ku di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Başûrê Kurdistanê û got, "Rewşenbîr, siyaetmedar, nivîskar, rojnamevanê her kesên li Başûrê Kurdistanê dijîn, divê hovîtî û komkujiya li Bakurê Kurdistanê tê kirin weke komkujiyek li dijî xwe bibînin. Lewma divê her rê û rêbaz werin bikaranîn û bala raya giştî were kişandin. Gelê Başûrê Kurdistanê çi derfet di destê xwe de hebe pêwîste ji bo gelê Bakur seferber bike."
EHMED ARÎF: EM NEBIN YEK, EM NIKARIN PÊŞî LI KOMKUJIYAN BIGIRIN
Ehmed Arîf jî bibîr xist, ku ji ber sekna ji hev parçebûyî ya Kurdan, di sedsala bihurî de Kurdan winda kirine û got, "Lewma di roja îro de jî em rastî komkujiyan tên. Divê rêxistin û pêşengên Kurdan vê rastiyê baş bibînin. Pirsgirêk ne tenê dewletbûyîn an jî nebûna dewleta Kurdan e. Eger Kurd di nava xwe de yekîtiyeke neteweyî pêk bînin û têkoşîneke hevpar bimeşînin, hingî wê pêşî li van komkujiyan were girtin."
Arîf diyar kir ku divê girîngiya sereke ya siyaset û partiyên Kurd, gelê Kurd be û got, "Divê edî nebin heyranê xelkê. Ev zîhniyet nîşan dide ku me ji Skeys-Pîcot fêm nekirine. Îro rewşa beriya sed salan dubare dibe û eger Kurd hînê nikarin vê rewşê binirxînin, yekîtiya xwe ava bikin û ji vê pêvajoyê sûdê werbigirin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li gorî kêfa xwe, komkujiyan û êrîşan dike."
'GIRÎNG E SIYASET Û HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HESABÊN BIÇÛK BITERIKÎNE'
Arîf got, "Azadî bi avakirina dewletê re nabe" û destnîşan kir, ku divê beriya her tiştî azadî di zîhniyetê de hebe. Ehmed Arîf ragihand ku heta mirov nebin demokrat û ji bo demokrasiyê tênekoşin, azadî pêk nayê û di vî warî de bal kişand ser kêmasiyên cidî yên Başûrê Kurdistanê. Arîf got, "Li Başûrê Kurdistanê sîstemeke federal heye, lê belê hînê jî bi xemsarî nêzî komkujiyên li Bakur dibe. Xwe li pêşberî êrîşên li Bakur, Rojava berpirsyar nabîne. Li Bakurê Kurdistanê komkujiyên giran tên kirin, lê ji Başûrê Kurdistanê deng dernakeve. Ji ber ku naxwaze Tirkan aciz bike. Ji ber ku hesabê berjewendiyên biçûk dike. Ev yek nayê qebûlkirin."
Arîf anî ziman ku tevî partiyên siyasî, rewşenbîr û medya Kurd jî di vê pêvajoyê de kêm mane û got, "Komeleya me ya yekîtiya rewşenbîran heye. Heta niha me nerazîbûneke têrker nîşan nedane. Her wiha medya jî bi berpirsyariya xwe ranebû. Divê çapemeniya Kurd vê jenosîdê bi bêhtir bi xurtî nîşanî cîhanê bide."
EHMED RIZA: DEWLETA TIRK XWE NÊZÎ ÇARESERIYA BI DIYALOGÊ NEKIR
Ehmed Riza da xuyakirin, ku dewleta Tirk tevî ku li Bakurê Kurdistanê bi awayekî vekirî komkujiyê li sivîlan dike, weke 'têkoşîna li dijî terorê' vê yekê nîşan dide û got, "Raya giştî ya cîhanê mixabin deng ji wan dernaxîne. Mînak li Wanê 12 ciwanên Kurd qetil dike û ji cîhanê re dibêje 'ez li dijî terorîzmê şer dikim'. Dewleta Tirk bi her awayî têkiliyê bi DAIŞ'ê re datîne û ji bo şerê Şîa-Sûnî li herêmê kûrtir bike, çi jê tê dike."
'PÊWÎSTE BAKURÊ KURDISTANÊ BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN'
Riza diyar kir ku parçeyên din ên Kurdistanê nerazîbûneke têrker nîşanî dewleta Tirk nedane, bi xurtî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê destek nekirine û ev xal destnîşan kir: "Piştgiriya bi Bakur re di asteke têrker de nîne. Ji ber ku civaka me parçe parçe kirine. Gelê li Başûrê Kurdistanê bi krîzeke mezin a siyasî û aborî re hatiye dorpêçkirin. Nikare xwedî li xwişk û birayên xwe yên tên qetilkirin, derkeve. Çapemenî bi têrkerî cih nade. Xwedî lê dernakeve."
Rewşenbîrê Kurd Ehmed Riza bal kişand ser serûbinbûyîna herêmê û destnîşan kir, ku di vê sedsalê de pêwîste Kurd ji sedî sed bi ser bikevin. Riza got, "Di vê demê de girîng e Kurd bi her rê û rêbazê têbikoşin. Her kesî dît ku dewleta Tirk xwe nêzî çareseriya bi diyalogê nake. Kurdan heta dawiyê rêya diyalogê ceribandin, lê belê di zîhniyeta Erdogan de çareserî nîne. Hêzên navneteweyî li herêmê siyasetê dikin. Ji bo Kurdan pêvajoyeke gelekî girîng e. Em neçarin xwe bigihînin encamê. Lewma divê têkoşîna li Bakur ji aliyê hemû Kurdan ve were destekkirin. Divê rewşenbîr, siyasetmedar, çapemenî her kes bi awayekî aktîf tevlî vê pêvajoyê bibin."