Yildiz û Gurbuz ên hatin înfazkirin hatin veşartin

Ji 12 ciwnên li Wanê ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin cenazeyên Yildiz û Gurbuz hatin veşartin. Ap Yildiz di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Heta ku em serî hilnedin wê faşîzm malên me bişewitîne."

Ji 12 ciwanên roja Yekşemê li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin cenazeyê Serkan Yildiz (Yêrîş Tekman) danê êvarê anîn navçeya Çewlik Kanîreşê. Piştî ku cenaze ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin, li mizgefta navenda navçeyê wecîbeyên olî bi cih hatin anîn. Cenaze bi konvoyekê birin Taxa Kecelan a navçeya Erzîrom Tekmanê û li vir merasîmek hat lidarxistin.

'EGER EM SERÎ HILNEDIN, WÊ MALÊN ME BIŞEWITÎNIN'

Piştî ku cenazeyê Yildiz li goristana gund hat veşartin Ap Îsmaîl Yildiz axivî û got, "Biraziyê min û hevalên wî neketin şer, ew hatin înfazkirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Di vê pêvajoyê de pêwîste em bibin yek û serî netewînin. Heta ku em serî hilnedin wê faşîzm malên me bişewitîne, me sirgûn bike."

Ji ciwanên li Wanê hatin înfazkirin, cenazeyê Umît Gurbuz (Berxwedan Erdîş) jî duh bi şev ji aliyê malbatê ve li taxa Çelebîbag a navçeya Wan Erdîşê hat veşartin.