Berxwedana li Geverê bi ser ket

Li Geverê, leşker û tîmên taybet ên Tirk nîvê şevê bi çekên giran êrîş kirin. Hêzên Xweparastinê di cih de bersiv dan êrîşên hêzên dewletê û di encama vê berxwedanê de hêzên dewletê xwe vekişandin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên tevgera taybet ên Tirk duh danê êvarê dor li rêgeha Şemzînanê girtin û dest bi êrîşê kirin. Saet di 02:00 ê şevê de leşker û tîmên taybet ên bi maşînên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û Kobra li navenda sûka bajêr bi cih bûn, bi bombeavêj û çeka A-4 gule li wesayîta PKK û bendên li Xaçerêya Eskî Cezaevî reşandin. Li ser rêya Şemzînanê, ku hêzên dewletê dixwestin bi pêş de biçin, dengê teqînên dijwar û çekan hat.

Di heman demê de li Kolana Rêya Îpekê jî dengê çekan û teqînan hat.

Li ser bersiva hêzên xweparastinê, hêzên dewleta Tirk ji neçarî xwe vekişandin.