'Kujer wê winda bikin, xwerêveberî wê bi ser bikeve'

Hevserokên DBP û HDP'ê yên Qoserê Hakî Akansel û Lokman Yaşar gotin, "Bersiva me ya li înfazan wê hîn bêhtir berxwedan be. Kujerên hevalên me wê winda bikin, xwerêveberî wê bi ser bikeve."

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, di êavra 12'ê Çileyê de rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem û Selahattîn Aras û 2 jinên navên wan nehat hînbûn ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin înfazkirin. Hevserokên DBP û HDP'ê yên Qoserê Hakî Akansel û Lokman Yaşar dan xuyakirin, ku înfaz bi fermana hikûmetê tên kirin.

Akansel bibîr xist ku DBP bi bernameya xwe ya partiyê re xwedî mîsyona avakirina meclîsan û xwerêveberiyên li Kurdistanê ye û anî ziman ku dewlet ji bo vê mîsyonê ji holê rake û vîna xwerêveberiyê tine bike, partiya wan hedef digire.

Akansel da zanîn ku înfaz û komkujiyên di dema dawî de ji aliyê dewletê ve li hemberî endam û rêveberê partiya wan tên kirin 'biryara hikûmetê' ye û diyar kir, ku piştî înfazkirina endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, înfazkirina rêveberê wan ê navçeyê Cengîz Erdem bi zanebûn hatiye kirin.

Hakî Akansel got, "Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn; em ê li hemberî van înfazan heta dawiyê li ber xwe bidin. Helwesta me wê mezinkirina berxwedanê be. Em ê li ser şopa şehîdên xwe heta dawiyê bimeşin."

Akansel xwerêveberî weke pêngava azadkirina Kurdistanê nirxand û destnîşan kir, ku berdêla xwe înfaz, zext û komkujî dibe bila bibe, ew ê ji vê armanca xwe venegerin.

'KONSEPTA NÛ YA ŞER A AKP'Ê'

Yaşar jî da zanîn ku înfaz û komkujiyên tên kirin parçeyek ji konsepta nû ya şer a hikûmeta AKP'ê ye û diyar kir, ku tercîha wan berxwedan û xwerêveberî ye, lewma nepêkane ku bi êrîş, komkujî û înfazan re ev daxwaza wan bê guhertin.

Yaşar ragihand ku wê hesabê van komkujî û înfazan werin pirsîn û got, "Li hemberî van komkujî, înfaz û wehşeta li cenazeyên me tên kirin, bersiva me wê mezintkirina berxwedana xwerêveberiyê be."

Yaşar bang li desthilatdarî û dewleta AKP'ê kir û got, "Bi vê rêyê hûn nikarin encamê werbigirin. Bi qetilkirin û înfazan re hûn nikarin bi me. Ev têkoşîn wê bidome û wê ji sedî sed bi ser bikeve."