Êrîşên dewleta Tirk tên şermezarkirin

Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi çalakiyên girseyî li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin.

Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi çalakiyên girseyî li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin.

NÎENBÛRG: Li bajarê Elmanya Nîenbûrgê, bi sedan Kurdistanî ji bo silavkirina berxwedana xwereveberiyê li hev civiyan û gotin, "Di şerê 30 salan de dewleta Tirk bi ser neket. Dewleta AKP a kujer jî wê bi ser nekeve." Di axaftinên li vê derê de, ji bo çalakiya 16'ê Çileyê saet 17:00 a li ber Hannover HBF banga beşdariyê hat kirin.

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê jî, endamên Ciwanên Azad ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewlta Tirk li HBF çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku gelek ciwan lê amade bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin qîrîn. Ji bo çalakiya 16'ê Çileyê ya li ber Hannover HBF'ê banga tevlîbûnê hat kirin.

KREFELD: Li bajarê Elmanya Krefeldê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi beşdariya Însiyatîfa Gel a Krefeldê, Komuna Jinê ya Krefeldê, DÎDF, Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Elmanyayê û AABF pêk hat. Di çalakiyê de pankart bi nivîsa "Em ê rê nedin faşîzma AKP'ê û DAIŞ'ê" hat vekirin.

NURNBERG: Li bajarê Elmanya Nurnbergê jî, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, DÎDF, Jûnge Stîmme, Yenî Gun, Dialog der Kûltûren e.V. Nurnberg, Medya Volks Haûs, Karawane, Lînke Lîste û Komeleya Elewiyan a Nurnbergê dest bi 'Hefteya Aştiyê' kirin. Konê di vê çarçoveyê de li Lorenz Kîrche hat vedan wê heta roja Şemiyê vekirî be. Li vê derê wêneyên zarokên li Kurdistanê hatin qetlikirin hatin daliqandin û bi qasî hezar belavok hatin belavkirin. Bi qasî 15 zarok jî, bi hilgirtina wêneyên zarokên li Kurdistanê hatin qetilkirin û bi balonên bi nivîsa "Em naxwazin bên kuştin", "azadî" ber bi buroya mafên mirovan ve meşiyan. Zarok bi Berdevka Buroya Mafên Mirovan a Nurnbergê helga Rîedel re rûniştin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê, konê agahdarkirinê hat vedan. Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin wê heta 23'ê Çileyê bidome. Bi vê çalakiya li Schlossplatzê re raya giştî ya Elman tê agahdarkirin.

GÎESSEN: Li bajarê Elmanya Gîessenê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Berçem, li Berlînerplatzê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin û tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Çalakiya ku duh destpê kir wê sê rojan bidome. Di vê çarçoveyê de wê îro saet di 11:30 de bi desteka FEDA, FKÊ, YXK û çepên Elman daxuyaniyek ji çapemeniyê re were dayîn. 16'ê Çileyê roja Şemiyê jî wê ji cihê çalakiya kon heta Kîrchenplatzê meşek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

MARSÎLYA: Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk, li Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê çalakî pêk anîn. Çalakgeran ji parlamenterên Parlamenta Ewropayê xwestin, ku li hemberî komkujiyan bikevin nava tevgerê. Heyetekê bi rayedarên Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir û li ser terora dewleta Tirk dosyayek pêşkêş kir.

...