Li Wanê kesek ji ber şewba berazan miriye

Li Wanê, kesê bi navê Abdulkerîm Yûrtsever ji ber 'şewba berazan' miriye.

Li Wanê, kesê bi navê Abdulkerîm Yûrtsever ji ber 'şewba berazan' miriye.

Cenazeyê Yûrtsever wê îro li Taxa Cevdet Paşa were veşartin.

Meleyên ku cenazeyê Yûrtsever şuştin, diyar kirin ku têkildarî mijarê ew bi rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re axivîne, rayedaran ji wan re gotin, "Zêde li ser nesekinin. Hûn karê xwe bikin. Vî karî ji me re bihêlin."