Li Cizîrê şer giran e
Li Cizîra Botan, ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 32. de ye, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike.
Li Cizîra Botan, ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 32. de ye, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike.
Li Cizîrê, berxwedana gel a xwerêveberiyê di roja 32. de ye. Duh bi şev jî hêzên dewletê êrîşî taxan kirin.
Li taxên Nûr û Cûdî, hêzên YPS'ê bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar qewimî. Ji ber vî şerê dijwar, hêzên dewletê nikarîbûn bikevin nava taxan.
CENAZEYÊ ABDULSELAM YILMAZ JI BER ÊRÎŞAN NEHATIYE RAKIRIN
Li taxa Nûrê, cenazeyê Abdulselam Yilmaz ê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat qetilkirin, ji ber êrîşan hînê nehatiye rakirin.