Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakî

Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Amed Çinarê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiya bi wesayîta bombebarkirî, bi roketan lê hat dayîn û midûriyeta emniyetê bû ku nema karibe bê bikaranîn.

Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Amed Çinarê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiya bi wesayîta bombebarkirî, bi roketan lê hat dayîn û midûriyeta emniyetê bû ku nema karibe bê bikaranîn. Piştî êrîşî gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Der barê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Li navçeya Amed Çinarê, nîvê şevê li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê çalakiyeke bi wesayîta bombarkirî hat lidarxistin. Piştî vê çalakiya bi wesayîta bombebarkirî, bi roketan li avahiyê hat xistin. Hat ragihandin ku li pêşiya avahiyê ji bo demekê şer qewimî.

Piştî vî şerî gelek ambûlans sewqî pêşiya avahiyê hatin kirin. Bi van ambûlansan re gelek mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lê belê li ser hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.