Bayik: Em li dijî teslîmiyet û îxanetê şer dikin
Bayik têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirs bersivandin, diyar kir ku şerê qirêj ê herî dawî dewleta Tirk dimeşîne bi tecrîda li ser Ocalan destpê kir.
Bayik têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirs bersivandin, diyar kir ku şerê qirêj ê herî dawî dewleta Tirk dimeşîne bi tecrîda li ser Ocalan destpê kir.
Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyek Stêrk TV de mijarên di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ne girt dest.
Bayik têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirs bersivandin, diyar kir ku şerê qirêj ê herî dawî dewleta Tirk dimeşîne bi tecrîda li ser Ocalan destpê kir.
Bayik wiha got: “Ji ber ku nêzîkatiya li hember Rêber Apo, nêzîkatiya li hember şer û aştiyê ye.”
Bayik bi bîr xist ku dewleta Tirk Cotmeha 2014’an biryara şer girtiye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryar jî di 5’ê Nîsanê de li ser Rêber Apo ket meriyetê.”
Bayik da xuyakirin ku dewleta Tirk hewl dide tevgera Kurd teslîm wergire, wiha anî ziman: “Ji ber ku me vê tevgerê li dijî teslîmiyet û îxanetê ava kir. Em li dijî teslîmiyet û îxanetê şer dikin. Ji ber vê jî ti kes nikare tevgera me, Rêbertiya me û gelê me teslîm wergire.”