Li Bedlîsê operasyon, li Wanê veguhastina leşkerî
Li bejahiya gundê Akunûs ê navçeya Bedlîs Xîzanê operasyoneke leşkerî destpê kir. Ji Geverê ber bi Wanê ve gelek maşînên leşkerî hatin veguhastin.

Li bejahiya gundê Akunûsê ya Xizanê ya Bedlîsê serê vê sibehê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate hinbûn ku bi sedan leşker tevlî operasyonê bûn û leşker ber bi çoltera gund ve diçin. Bejahiya gundê Akunûsê ji aliyê Qereqola Jendermeyan a Xîzanê ve di meha Kanûnê de bi hawanan hatibû bombekirin.
BER BI WANÊ VE VEGUHASTINA LEŞKERÎ
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibehê ber bi Wanê gelek wesayîtên leşkerî hatin sewqkirin. Wesayîtên zirxî yên ji Fermandariya Alayê ya Geverê derketin ber bi Wanê ve çûn. Helîkopterên skorsky jî bi hewayê ve konvoy şopandin.